Tola wan wê were hilanîn

Sêşem 10 Çile 2023 - 01:58

  • Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven got, ji bo desthilatdariya xwe dewam bikin, dibe ku bûyerên bi vî rengî bikin. Wî her wiha bi bîr xist ku bêyî destûra NATO'yê, welatekî NATO'yê nikare li welatekî din ê NATO'yê çalakiyekê bike.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven têkildarî Komkujiyên Parîsê ji Radyoya Dengê Gel re axivî.

Nedîm Seven di destpêkê de şehîdên herdu komkujiyên Parîsê bi bîr anî û got; "Berpirsyariya vê tevgerê ye ku tola wan hilîne."

Nedîm Seven destnîşan kir ku herdu komkujiyên li Parîsê, operasyonên Gladîoyeke li nava NATO'yê ye û got;"Komkujiya yekemîn jî ya duyemîn jî bêyî destûra NATO'yê, ne pêkan e ku li welatekî NATO'yê ji aliyê endamekî NATO'yê ve bê kirin. Komkujiyeke bi vî rengî ya faşîst, komkujiya fizîkî li ser mirovan jixwe karakterê Gladioyê ye."

 

Xwestin komkujiyê berovajî bikin

Nedîm Seven bal bire ser daxuyaniyên destpêkê yên rayedarên hikûmeta Fransayê ku êriş weke faşîzm û nijadperestiyê nirxandin û got, "Ev hewldaneke bi zanebûn bû. Di bûyera Omer Guney de jî bi heman rengî kirin. Piştre kasetên Omer Guney hatin weşandin. Belge hatin ku Omer Guney çawa plan kiriye, êriş li dijî kê ye û komkujî çawa kiriye. Piştre gotinên serokên daîreyan ên MÎT'ê eşkere bûn. Ev mekanîzma hemû eşkere bûn. Lewma divê li hemberî vê yekê, têkoşîn bê meşandin."

 

Hevrê Evîn bi pîlan hate şehîdkirin

Nedîm Seven ragihand ku komkujiya Parîsê ya duyemîn hewldaneke şexsî nîne û got, "Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me, hevala Evîn birîndar dibe, piştre diçe ser wê û careke din berdide û şehîd dike. Ev plansaziyeke bi zanebûn e. Lewma ev kes hatiye amadekirin."

 

Dibe ku kujer bikujin

Nedîm Seven diyar kir ku nediyar e bê ka ji lêpirsîna vî kesî çi agahî wê bi dest bikevin û got, "Dibe ku mîna Omer Guney wî jî bikujin. Divê Kurd baldar bin. Dest ji bûyerê bernedin. Dibe ku vî kesî ji ber temen bikujin. Yanî dikarin bibêjin, miriye. Dikarin bibêjin, di lêpirsînê de dilê wî sekinî.”

 

Divê tekoşîn dewam bike

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven destnîşan kir ku têkbirina PKK'ê nepêkan e û got, "Ji bo desthilatdariya xwe dewam bikin, dibe ku bûyerên bi vî rengî bikin. Lewma gelê me bi rengekî bi heybet xwedî li hebûna Kurdan û paşeroja xwe derket. Ev yek têkoşîneke ji nişka ve nîne. Peywendiya xwe bi perwerde, rêxistinî, siyasî, têkiliyên navneteweyî û dîplomasiyê heye. Her heval, her hevrê, her dost, her welatparêz û şoreşger divê hîn zêdetir tevlî nava eniya têkoşînê bibe. Li her derê, divê têkoşîn bê meşandin. Bersiva rast bi vî rengî ye."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.