Tofana herî mezin yan jî pêkhatina Derya Spî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 24 Tîrmeh 2022 - 22:18

  • Beriya qederê 5 milyon salan, Derya Spî hatibû ber nemanê. Ji ber germê hilm jê diçû û li çûna wê denê deryayekê xwe mabû.

Beriya qederê 5 milyon salan, Derya Spî hatibû ber nemanê. Ji ber germê hilm jê diçû û li çûna wê denê deryayekê xwe mabû. Lê beriya bi temamî tine bibe, Atlantîkê ew dîwarê zirav ê navbera xwe û wê çala îro Derya Spî ye, teqand. Ava ku ji Atlantîkê xwe berda Derya Spî ji hecmê ava ku Amazonas pê diherike 500 caran zêdetir bû. Yanî belkî jî mezintirîn tofana di dîroka dinyayê de ev bû. Em behsa di saniyeyê de 100 milyon metreyên kûbî dikin.

Texmînî di du salan de vê avê Derya Spî tijî kiriye û ew kanala em îro weke Cebelî Tariq bi nav dikin jî pêk aniye.

Zanyar bi pirranî difikirin ku eynî weke gola (deryaya) zemanekî li ser çola Sehrayê hebû, ava di Derya Spî de jî hemî bûye hilm û çûye. Esas îro jî, heger behra Atlantîkê avê bernede nav Derya Spî, ava çem û robaran û barana lê dibare, têrê nake ku Derya Spî weke xwe bimîne. Yanî îro tengava Cebelî Tariq bê girtin, her sal wê metroyek û 20 santîm ji ava Derya Spî kêm bibe.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.