Hunermendê Îtalyayî Salvatore Garau tiştekî ku qet li holê tine, ango “peykerekî ku bi awayekî fizîkî tine ye” bi 15 hezar euroyan firot.
Xebata bi navê “Ez” ya Salvatore Garau ku tenê ji valahî û hîçiyê pêk tê, hat firotin. Lê ev xebat ne bi awayekî çapkirî û ne jî dijîtal heye li holê. Yanî Salvatore Garau “valahî” wek berhemeke heyî firot. Kesên berhem kirî jî tenê bi sertifîkaya orîjînal ya berhemê razî bû.

Giraniyeke valahîyê heye

Xebero, Garau bi vê berhema xwe metaforekê destnîşan dike û ev metafora wî xwedî nirxeke dîrokî ye. Garau derbarê berhemê de got, “Valahî ji enerjiyê pêk tê. Heger em vala bihêlin û ti tişt tine be jî li gor rêgezên kuantumê giraniyeke valahiyê heye. Ji lewre jî valahî bi enerjiya xwe di hundirê me de xwe vediguherîne parçeyên piçûk. Min biryar da ku peykerekî tine ye, di pêşangehê de nîşan bidim. Ji navê berhema min ‘Ez’ ê dê peykerên dîtir ava bibin û li ser vê nihêrînê hûr bibin yan jî biponijin. Axir, em hemû ji xwedayekî ku me qet ew nedîtiye, bawer dikin û derbarê wî de li gorî xwe teşeyan di serê xwe de ava dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN