Tiştek nayê bîrê
Yekşem 27 Îlon 2020 - 16:41
- Eskerên Artêşa Tirk a qirker û înkarker 11ʼê Îlonê li Şaxê ya Wanê Osman Şîban girtibûn, êşkence lê kiribûn û paşê jî ew ji helîkopterê avêtibûn. Şîban ê giran nexweş e, diyar kir ku rewşa wî ne baş e û der barê wê rojê de tiştek nayê bîra wî.
Eskerên Artêşa Tirk a qirker û înkarker 11ʼê Îlonê li Şaxê ya Wanê Osman Şîban girtibûn, êşkence lê kiribûn û paşê jî ew ji helîkopterê avêtibûn. Şîban ê giran nexweş e, diyar kir ku rewşa wî ne baş e û der barê wê rojê de tiştek nayê bîra wî.
Bi belgeyan derketibû holê ku Şîban ê ku bi giranî birîndar bûye, ji helîkopterê hatiye avêtin. Şîban piştî tedawiya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê birin mala wî ya li Mêrsînê. Şîban ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Şîban diyar kir ku der barê wê roja ku hatiye destgîrkirin tiştek nayê bîra wî û got, “Ez nehatime ser hişê xwe. Canê min diêşe. Ez saetekê radibim, saeteke din dikevim. Rewşa min ne baş e. Der barê wê rojê de tiştek nayê bîra min.”
NAVENDA NÛÇEYAN