Koçber Jin û Kurd bûn hedef
Sêşem 28 Çile 2025 - 03:20
Hevserokên KON-MED’ê, êrişa nîjadperest a li dijî Parlamentera Die Linke ya Parlamentoya Federal a Elmanyayê Gokay Akbûlût şermezar kirin û li dijî zêdebûna rastgiriya radîkal, bangawaziya parastina demokrasiyê kirin.
Parlamenterê Federal ê Die Linkeyê Gokay Akbûlût, di rêwîtiya trênê de rû bi rûyê êrişeke nijadperestî bû. Hevserokên KON-MED’ê Rûken Akça û Kerem Gok gotin:“Em êrîşa li dijî Parlamenterê Partiya Çepê Gokay Akbûlût bi tundî şermezar dikin û jê re şîfaya xêrê dixwazin.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Gokay Akbûlût, li Elmanyayê bûye dengê civakên vederkirî û hate gotin:“Gokay Akbûlût, di meseleya koçberî, jinan û Kurdan de bûye kesayeteke sereke. Ev êriş ne tenê nîşana zêdebûna rastgiriyê ye, di heman demê de nîşaneya dijminahiya li dijî koçber, jin û Kurdan e.”
Di daxuyaniyê de helwesta dijber a li dijî zêdebûna rastgiriyê kêm hat dîtin, hat rexnekirin û hate gotin:“Zêdebûna çepgiriya radîkal kêm û biçûk tê dîtin. Ev talûkeyeke mezin e. Partiyên demokratîk, li şûna ku li dijî vê yekê bibin yek, berovajî wê gotinên çepgiran erê dikin û vê gefê mezintir dikin.
KON-MED’ê diyar kir ku divê li dijî zêdebûna rastgiriya radîkal tavilê gav bê avêtin û got:“Divê em demokrasiyê biparêzin û xurt bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN