Bi bin dikeve û êriş dike

Pêncşem 5 Cotmeh 2023 - 16:47

  • Rêveberiya Xweser bang li civata navneteweyî kir da ku êrişên dewleta Tirk bisekinîne. Rêveberiyê îdîayên dewleta Tirk li derewê qelibandin û got, her cara ku dewleta Tirk bi bin dikeve êrişî herêmên wan dike.

Pêr wezîrê karê derve yê Tirk, Hakan Fîdan gef li rojava û Başûrê Kurdistanê xwarin. Di axaftina xwe ya gefxwarinê de wî eşkere got, ew ê sûcên şer bikin û hiqûqa navneteweyî ya insanî jî binpê bike. Yanî esas li sûcê xwe mikur hatiye, lê kesekî wî dadgeh bike, yan jî hişyar bike, hîna xuya nake.

Bi her halî piştî daxuyaniyê ne bi gelekî, bombebarankirina Rojava dest pê kir. Temamê hedefan, hedefên sivîl û yên binesaziyê ne. Yanî hedefên ku sûcê şer piştrast dikin. Heta kêliya me nûçe amade kiribû, wargeha penaberên ji Serêkaniyê, Waşokanî jî di navê de li Hesekê, Qamişlo, Amûdê û Kobanê herî kêm li panzdeh deveran bombe hatine barandin. Hîna li ser hejmara şehîdan daxuyaniyeke femrî nehatibe dayîn jî, gelek şehîdên sivîl hene. nasnameya hin birîndaran jî eşkere bû û ew jî hemû heta niha sivîl in.

Rêveberiya Xweser fermî bersiv da êrişên dewleta Tirk û got, dewleta Tirk her cara ku bi bin dikeve êriş dike, û êrişên wê jî dikevin ber sûcên şer.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker ku ji bo siyaseta xwe ya qirkirinê li hincetan digere, doh ji serê sibehê û pê ve herî kêm 15 deverên Herêma Cizîrê û Herêma Firatê li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bombebaran kirin.

Balafirên şer û yên bêmirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker, li Hesekê mezraya Mişêrfa Himê, li ser riya Mişêrfa Himê seyareyek, îstasyona Himê, 5 caran derdora Kampa Waşokanî, gundê Tiwêla yê girêdayî Til Temirê, gundê Til Hebeş ê girêdayî Amûdê û bendava li navçeya Çilaxa ya Qamişlo bombebaran kirin.
Di êrîşa li mezraeya Mişêrfa de 3 welatî birîndar bûn. Her wiha ziyana madî pêk hat. 

 

Tamîrxane û stasyonên avê

Li gorî agahiyan, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker beriya çend kêliyan kargeheke tamîrkirina erebeyan a li gundê ′Qesif′ ê başûr-rojavayê navçeya Sirrînê bi 3 moşekan bombebaran kir.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker cihekê li nêzî stasyona avê ya li gundê Rekbe yê 10 kîlomtere li başûrê Til Temirê û li ser rêya Hesekê ye, bombebaran kir. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker doh nîvrojê li ser rêya M4 li nêzî gundê Xirab Eşk ê li başûr-rojhilatê Kobanê motorsiklêtek bombebaran kir.

 

Nexasim êrişî stasyonên sotemeniyê dikin

Li navçeya Tirbespiyê, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke petrolê li nêzî gundê Kerdahol ê başûr-rojavayê Tirbespiyê bombebaran kir.
Balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker stasyona petrolê ya li gundê Al Qews ê navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê jî bombebaran kir. Ev stasyon gelek caran hate hedefgirtin, herî dawî jî di 23′yê Mijdara 2022′yan de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk bombebaran kiribûn.

 

Nasnameya hin birîndaran

Navê çar welatiyên di êrişê dewleta Tirk a dagirker a li dijî mezreya Mişêrfe Himê ya li bakurê Hesekê de birîndar bûyîn, eşkere bûn. Di êrişê de Elî Hemo Naso (70), Beşîr Îsa Hemîd (49), Ebdulezîz El Mihemed û Ednan Behro Ebdullah birîndar bûn.

Bijîşkan daye zanîn ku rewşa 2 birîndaran giran e.

 

Rêveberiya Xweser: Sûcên şer dikin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, li ser êrişên dewleta Tirk daxuyanî da û got, “Dewleta Tirk her gava ku têk diçe, êrişî herêmên me dike.”
Rêveberiyê got, “Gefên piştî çalakiya li Enqereyê hatin xwarin û di her pirsgirêk û dozeke li hemberî Tirkiyeyê de herêmên me hedef tên girtin.

Di demekê de em bi tundî gefên dewleta Tirk red û şermezar dikin, em weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser van tiştan piştrast dikin: Ev gefxwarin û hedefgirtina herêmên me xwedî aliyekî tolhilanînê ye û ew jî piştî dewleta Tirk di ajandeyên xwe yên li Sûriyeyê û projeya xwe de bi bin ket, pêk tên. Ev gef, reva ber bi pêş ve, paşguhkirina rastiya heyî ya li Tirkiyeyê û xapandina raya giştî ya Tirkiyeyê ye.

Hedefgirtina avahiyên xizmetguzariyê dê bi xwe re bandorên neyênî li ser rewşa aborê ya giştî û mirovî bîne û ev yek kiryarên dijminane ne û dikevin xana sûcên şer.

Divê her aliyekî li Sûriyeyê xwedî rol e, xwedî helwêstên cidî bin û van gefan sînordar bikin, ji ber ku ji bilî pirsgirêkên di hundirê Sûriyeyê de, dewleta Tirk jî rêbazên jiyanê yên xelkê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire û êşên mirovî zêde dike. Ev yek bi xwe re pirsgirêkên mezin tîne.

Em bang li civata navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî, saziyê navneteweyî, hiqûqî û mirovî, her wiha bang li Rûsyayê dikin da ku helwêstên cidî nîşan bidin û li pêş dewleta Tirk bisekinin, da ku hevsengiyên nû li Sûriyeyê bi rêya herêmên me bên avakirin.”

Pêr Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî jî îdîayên dewleta Tirk weke derew bi nav kiribûn.

 

Koalîsyonê droneke Tirkan xiste xwarê

Li herêma Til Temirê, balafireke bi çek û bê mirov a dewleta Tirk ket xwarê. Li gorî çavkaniyên cihî, hêzên koalîsyonê ji ber ku vê balefirê xwe nêzî baregeheke wê kiriye, ev balefira bi sîleh a dewleta Tirk xistiye xwarê. Li gorî parçeyên balefira ketine xwarê, ev drona leşkerî ya Tirkan ANKA ye.

Wezareta Karê Derve ya Emerîkayê li ser îdîaya dewleta Tirk a ku digot, gerîlayên HPG´ê yên ku operasyon li dijî Wezareta Karê Hundir a Tirkiyeyê kirine, ji Rojava derbas bûne, pêr wiha li derewê qelibandibû: “Me nekarîbû têra xwe agahiyan berhev bikin li ser vê îdîaya dewleta Tirk”. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.