Dewleta Tirk komkujî kirin; şîn hat ragihandin

Duşem 9 Cotmeh 2023 - 17:47

  • Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Rojavayê Kurdistanê ji doh bi şev ve girantir kirin, li Dêrikê êrişê hêzên asayîşê kir, li Eyn Îsa du zarok qetil kirin û li Zirganê bi topan êrişî karkerên jin ên li nav erdên pembû kir. Rêveberiya Xweser da zanîn ku di êrişa li dijî Dêrikê de 29 endamên yekîneya li dijî hişbirê şehîd bûne û 28 jî birîndar bûne. Rêveberiyê 3 rojan şîn ragihand.

Dewleta Tirk a dagirker ji doh bi şev ve êrişên xwe yên li dijî Rojava girantir kirin. Di êrişan de 2 zarok û 29 endamên Hzên ewlehiya Hundir şehîd bûn.

Doh dewleta Tirk a dagirker herî dawî 4 gundên navçeya Zirganê ya ser bi kantona Hesekê topbaran kirin. Dewleta dagirker gundê Bobî yê li bakur rojavayê Zirganê, Mişêrfê yê bakurê navçeyê û Reîbat ê rojavayê navçeyê bi çekên giran topbaran kir. Dagirkeran paşê gundê Bişêriyê yê li rojhilatê navçeya Zirganê topbaran kir. Di êrişê de 5 jinên li nava zeviyên pembû dixebitîn, birîndar bûn. Dewleta Tirk pêr bi şev 17 caran êriş bire ser Rojavayê Kurdistanê. Êrişa li dijî navendeke Hêzên Ewlehiya Hundir a li Dêrikê, bû sedema şehîdbûna 29 endamên hêaên asayîşê û birîndarbûna 28 endamên wê; ji ber vê bang li xelkê Cizîrê hat kirin da ku xwînê bide. Rêvebeirya Xweser, Hêzên Ewlehiyê û QSD´ê hîna daxuyaniyeke fermî nedabûn, lê çav li rê bû ku daxuyanî li ser êrişan û ecamên wan bê dayîn.

Dîmen nîşan didin ku birînên van jinan giran in û eşkere ye ku li nava erdan ji wan pê ve ti kes nebûye û dagirkeran bi qest êriş biriye ser van karkerên çandiniyê. Navên birîndaran eşkere bûn û wiha ne: Reksa Salih Fewaz a 50 salî, Xedîce Îdan El Temir a 40 salî, Fereh Ednan a 25 salî, Zêna Hemûd a 20 salî û Cûmana Hemad.
Birîndar destpêkê rakirin nexweşxaneyeke Dirbêsiyê. Ji ber ku birînên wan giran bûn, ji wir jî ew rakirin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.

 

Herêma Firatê jî hat topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî û bi her cureyê çekan ji baregehên xwe naverasta bajarokê Eyn Îsa û gundên nêzî wê topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker doh bi şev, bi çekên giran û tankan bajarokê Eyn Îsa û gundên din ên Herêma Firatê topbaran kirin.

Di dîmenan de ku nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) girtine, zirarên ku topbaranê li malên xelkê kirine xuya dikin.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Xalidiyê, Cideydê û Seyda yên derdora Eyn Îsayê, gundên Huriye, Ebd Koy û Salokê yên rojavayê kantona Girê Spî, topbaran kirin. Di encamê de zirarên mezin bi malên sivîlan hatin. Ji ber ku dagirkerî ji baregehên xwe her liv û tevgerê, dike hedef, rojnamevan nikarin dîmenên ziyanên çêbûne xweşik bigirin.

Li kantona Kobanê jî, dewleta Tirk a dagirker ji baregehên xwe gundên Xerbîsan, Cîşan ên rojahilatê Kobanê, gundê Sêlim, Xurxurî û Ziyaretê yên li rojavayê Kobanê û li ser sînorê bi Bakurê Kurdistanê re topbaran kirin.

Li asîmanê Kobanê û gundewarê wê û heta navçeya Eyn Îsayê, tevgera balafirên şer û yên keşfê heye.

Ji doh bi şev heta doh sibehê, balafirên şer û dronên biçek ên dewleta Tirk a dagirker 17 caran êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di êrişa li Dêrikê de ziyan li can jî bû, lê gava nûçeya me dihat amadekirin, hîna daxuyaniyeke fermî nehatibû dayîn. Di van êrişan de her wiha zirarên madî yên mezin li navendên stratejîk û xizmeguzariyê çêbûn.

Ji 5`ê Cotmehê ve dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bejahî û hawayî li dijî herêmê zêde kirin. Di wan êrişan de, dewleta Tirk binesaziya herêmê û navendên stratejîk dike hedef. Tevî 145 êrişên ku Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî dabûn zanîn, hejmara êrişan bi awayî bû herî kêm 163. Êrişên ku li dijî Eyn Îsa û Zirganê dewam dikin, hîna li vê hejmarê nehatine zêdekirin jî.

 

3 rojan şîn hat ragihandin

Xelkê herêma Cizîrê ji bo ku xwînê bide welatiyên di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûne, pêr bi şev li nexweşxaneyan bû.
Di bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de bi dehan kes şehîd û birîndar bûn.

Yek ji navendên ku bû hedefa dagirkeran jî navendek Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li herêma Koçerat a Rêveberiya Xweser da zanîn ku ji hêzên li dijêî hişbiran ên  Hêzên Ewlekariya Hundirîn 29 şervan şehîd bûne û 28´ên din jî birîndar bûne. Rêveberiya Xweser 3 rojan şîn ragihand.
Piştî êrişan ji nexweşxaneyan bang hat kirin da ku ji bo birîndaran xwîn were dayîn. Li ser vê bangê gelek kes ji xelkê navçeyên Girkê Legê, Amûdê, Çilaxa, Tirbespiyê û bajarê Qamişlo çûn nexweşxaneyan û xwîn dan.

Ji ber ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê herêma Dêrikê digerin, xebatên hewarê jî bi zehmetê dimeşin. Gava nûçeya me dihat amadekirin jî li ser herêma Dêrikê tevgera balafirên şer ên dewleta Tirk hebû.

 

Du zarok şehîd kirin

Dewleta Tirk a dagirker îro, gundê Mesturê yê navçeya Eyn Îsayê bi obusan topbaran kir. Dagirkeran bi vî awayî du zarok qetil kirin.  Yek ji zarokan Nadiya El Eyaş a 10 salî ye û yê din jî Elî El Eyaş ê 9 salî ne.

 

Li Şehba leşkerekî rejîma Şamê hat kuştin

Artêşa Tirk ji pêr êvarê ve 7 gundên Şera û kantona Şehbayê topbaran dike. Di encamê de endamekî hêzên hikûmeta Şamê hat kuştin û 1 jî birîndar bû.

Artêşa dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên Til Çîçan, Semoqa, Tat Meraş, Kefer Anton ên kantona Şehbayê, gundên Meranaz, Malikiye, Şewarxe yên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dikin.

Di encamê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û 1 jî birîndar bû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.