Dixwazin Xezeyiyan li Kurdistanê bi cih bikin

Çarşem 6 Kanûn 2023 - 10:09

Kovara Defense & Foreign Affairs bi nivîsa Gregory R. Copley da zanîn ku bi lihevkirineke di navbera Tirkiye, Qetar û Hemasê de 250 hezar Xezeyî wê li Bakurê Kurdistanê û li deverên dewleta Tirk dagirkirî yên Qibrisê bên bicihkirin.

Li gorî nûçeyê, îstixbarata Tirk MÎT, bi vê yekê bi navê “veguheztin û bicihkirina mirovan” dixwaze koçberên ji Xezeyê nêzî bajarên mezin ên Kurdan bi cih bike û tovên şerekî demdirêj li Bakurê Kurdistanê biçîne.

Li gorî nûçeyê, Tirkiye wisa hizir dike, heger beşekî mezin ê penaberên Filistînî ji Xezeyê veguhêze Tirkiyeyê, ew ê têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re baş bike. Yanî ev pîlana dewleta Tirk a bi armanca koçberkirina Filistîniyên li Xezeyê, kêfa Îsraîlê jî tîne.

Li gorî nûçeyê, ev civîna aliyên îstixbarata Tirk û Qeterê dawiya Mijdarê bi hazirbûna rayedarên Hemasê bi rê ve çûye. Li gorî planê 200 hezar ta 250 hezar Filsitînî wê li nêzî bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bên bicihkirin. Qismek ji paneberên Filistînî li gorî planê wê li Qibrisê, li deverên dewleta Tirk dagir kirine, bên bicihkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.