Di 15 êrişan de 8 şehîd

Pêncşem 5 Cotmeh 2023 - 16:16

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di 15 êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, 2 welatî û 6 endamên hêzên wan şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û encamên wê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Dewleta Tirk a dagirker ji vê sibehê ve (5′ê Cotmehê) ve zêdetirî 15 êrişên hewayî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Careke din gelek nuqte, binesaziya herêmê, navendên xizmetguzariyê, stasyonên petrolê û qadên sivîlan kirin hedef, di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

Em êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û zirarên ku bûne ji raya giştî re radigihînin:

  • Li derdora kampa Waşûkanî ya koçberên Serêkaniyê ya li gundewarê Hesekê 2 êrişên hewayî hatin krin.
  • Kargehek li gundê Mişêrfê Himê yê li bakurê rojavayê Hesekê kir hedef û di encamê de 3 sivîl birîndar bûn.
  • Derdora bendava Çilaxa ya bakurê navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê hat hedefkirin.
  • Li gundê Xirab Îşkê yê başûrê rojhilatê kantona Kobanê li ser rêya M4 motorsîklêtek hat hedefkirin û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.
  • Li hin gundên Kobanê, Til Temir û Hesekê qadên tijî xelk hatin hedefkirin.
  • Cihekî petrokê li nêzî gundê Gir Dahok ê başûrê rojavayê navçeya Tirbespiyê hat hedefkirin.
  • Stasyona petrolê ya li gundê Al Qews ê li gundewarê navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê hat hedefkirin.
  • Derdora stasyona avê ya li gundê Rikuba yê başûrê navçeya Til Temirê cih kir hedef û di encamê de ziyanên madî çêbûn.
  • Li gundê Til Hebeşê yê dikeve başûrê navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê kir hedef û di encamê de 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn.

Em bang li tevahî pêkhateyên gelê xwe dikin da ku wekî pêvajoyên berê, yek bin û hevgirtî bin, di parastina herêmên xwe de bi israr bin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.