Dagirkeran 51 caran êriş kir
În 1 Îlon 2023 - 16:36
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Leşkerî yên Efrîn û Şehbayê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker, di Tebaxê de, herî kêm 51 caran êrişî her du herêman kiriye.
Li gorî bîlançoya Tebaxê ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Leşkerî yên Efrîn û Şehbayê, artêşa Tirk di navbera 3 û 31’ê Tebaxa 2023’an de 33 gund, bajarok, navçe û bi sedan deverên Efrîn û Şehbayê bombe kirine.
Li gorî daxuyaniyê, di 51 êrişên bi hawan, drone û obusan de 256 topên hawanê, 164 topên obusan, 6 roket, 6 caran drone û SÎHA hatine bikaranîn. Di êrişan de xisara madî çêbûye.
Dewleta Tirk a dagirker heman mehê, 4 caran bombe li baregehên leşkerî yên hikûmeta Şamê barandin. Di êrişan de 10 leşkerên hikûmeta Şamê jî li gorî agahiyan birîndar bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN