Tişta tê tecrîdkirin heqîqet e

Pêncşem 18 Çile 2024 - 00:05

Girtiyên azadiyê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî’ dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine. Çalakiya girtiyan di roja 53’an de bi biryardarî dewam dike. Herwiha xizmên girtiyan jî, ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, dest bi Nobeta Edaletê kirine û ew çalakî jî bi biryardarî dewam dikin. Hêjayî gotinê ye, li Stenbolê hin dayîkên ku Nobeta Edaletê de bûn, di encama tevgera qirkirina siyasî de, kirin nezaretê. Dayîkên din li şûna wan dest bi çalakiyê kirin û gotin:’’Em ê têkoşîna wan dewam bikin.’’ Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksu ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, bi rêya parêzerên xwe nameyek şand û da zanîn ku ew jî tevlî greva birçîbûnê bûye. Goksu, diyar kir ku di mijara çareserkirina meseleya Kurd de yekane navnîşan Rêber Abdullah Ocalan e û bang li her kesî kir ku berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi cih bîne. Goksu anî ziman ku polîtîkaya tecrîdê li dijî heqîqeta civakî ye û wiha got:’’Polîtîkayên tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê, rastiya rêveberiya Tirkiyeyê radixe ber çavan. Dema em li rewşê dinêrin, dibînin ku tişta tê tecrîdkirin heqîqetên civakî ne.  Çi muxalîf çi jî ne muxalîf, hemû derdoran bi awayekî para xwe jê girtiye.” 

Sedema krîzê bêdengî ye

Goksu, di dewama nameya xwe de wiha dibêje:“Parçebûna di nava civakê de û zordestiya bi rêya olperestî û nîjadperestiya hatiye sorkirin li dijî jin, ciwan û zarokan tê kirin, êdî kiriye ku kesek nikare bijî. Sedema vê rewşê, bêdengiya li hemberî polîtîkayên li dijî birêz Ocalan û gelê Kurd in. Bêdengiya li hemberî vê bêedaletî û bêhiqûqtiya ewqas bi eşkereyî tê kirin, di esasê xwe de mirovan muhtacî edalet, aramî û refahê dike. 

Navnîşan birêz Ocalan e

Civaknas, rewşenbîr û nivîskarên li cîhanê navdar piştevaniya xwe ya bi kampanyaya ji bo azadiya birêz Ocalan  re ragihandin. Li vê derê birêz Ocalan û fikrên wî tên tecrîdkirin. Di esasê xwe de tişta tê tecrîdkirin, heqîqet bi xwe ye. Eşkere ye ku yekane çareseriya neçareseriya tê ferzkirin birêz Ocalan û fikrên wî ne. Bi vê zanebûniyê ez jî ketim greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya birêz Ocalan û çareseriya demokratîk a ji bo meseleya Kurd. Di wê baweriyê de me ku wê hemû gel xwedî li van çalakiyan derkevin û berpirsyartiya xwe bi cih bînin. Herî zêde pêdiviya me bi aştiya civakî heye. Birêz Ocalan peyama ‘Ez dikarim pirsgirêka kurd di hefteyekê de çareser bikim’ da. Ev peyam bi eşkereyî nîşan dide ku navnîşana çareseriyê birêz Ocalan e.” 

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.