Tiryak berbelav dibe

În 28 Tîrmeh 2023 - 13:11

Niha li Herêma Kurdistanê bikaranîn û bazirganîkirina bi madeyên hişber gelek zêde bûye, piraniya van madeyên hişber di ser deriyên sinorî re tên Herêma Kurdistanê. Li gorî daneyan tenê îsal zêdetirî 950 kes li ser madeyên hişber hatine girtin ji vana 200 kes bazirganên madeyên hişber in.

Şêwirmendê Wezareta Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêmê Selah Nurî, têkildarî zêdebûna madeyên hişber û daneyên girtine axivî û got:“Li Parlementoya Herêma Kurdistanê yasaya li ser madeyên hişber û derûnî hat pejirandin. Piştre li gorî wê yasayê komîsyonek bilind hat avakirin û li gor yasayê ceza hat diyarkirin. Niha em wek Wezareta Karûbarên Civakî ji bo avakirina navendeke çareseriya van nexweşiyan hatine erkdarkirin.”

Hikûmet xemsar e

Di dewamê de Selah Nurî eşkere kir ku roj bi roj bikaranîna madeyên hişber zêde dibe. Sedema wê jî hişyarnekirina xelkê ya derbarê metirsiyên madeyên hişber e.

Çavdêrê Civakî Sîrwan Mihemed jî di derbarê zêdebûna madeyên hişber de axivî û diyar kir; “Niha li Herêma Kurdistanê bazirganî bi madeyên hişber tê kirin. Di berê de me di rojname yan jî medya dijîtal de didît ku bikarhênerên madeyên hişber li welatên derve de zêde bûn. Me digot hikûmeta wan welatan xemsar e. Lê mixabin em niha dibînin ku li Herêma Kurdistanê jî heman rewş derketiye pêş. Bi rastî ev felaket e, ji bona wê divê em tev bi hevre dawî li zêdebûna vê terora spî bînin. Niha weke pirtûk firoşek erka min ew e ku ez xelkê li beramberî madeyên hişber hişyar bikim. Pêwîste mela di xutbeyên xwe de gel li ser metirsiya madeyên hişber şiyar bikin. Divê ciwan werin şiyarkirin. Eger karanîna van madeyên hişber zêdetir bibe wê metirsiyek gelek mezin ji Herêma Kurdistan û gelê Kurd çêbe.”

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.