Tirsa têkçûnê ya PDK’ê

Şemî 28 Îlon 2024 - 02:30

Rojnamevan Hawre Karwan derbarê hevsengiya hêza siyasî, bandora faktorên Tirkiye-Îranê ya li ser herêmê û hilbijartina ku wê bê lidarxistin ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Karwan diyar kir ku ji bo ku hilbijartin çênebe PDK di nav hewldanan de ye û wiha got:“Li Iraqê dema ku partî bixwazin hilbijartin tê kirin û dema ku nexwazin jî nayê kirin. Bêguman PDK naxwaze ev hilbijartin bê kirin ango tirsa windakirina desthilatdariyê heye. Ev jî ji ber ku berê ji nîvê zêdetir kursiyên parlamentoyê bi rêya sextekariyê bi dest xistin. Niha ev hemû ji dest dane. PDK bawer nake ku di vê hilbijartinê de dengekî wisa bi dest bixe ku wek piranî bimîne, lewma hewl dide hilbijartinê paş bixe. Bi taybetî li wan herêmên ku êriş û dagirkeriya dewleta Tirkiyê lê hene, herêmên weke Amediyê, Zap, Metîna û çend herêmên din, hilbijartin lê nayê kirin. Ev armanca PDK bû ku bixwaze bike hincet ji bo hilbijartin çênebe. Lê tişta ku tê pêşbînîkirin ew e ku YNK wê rêjeyeke bilind a dengan bi dest bixe.”

Qirêjiyên PDK’ê eşkere dibin  

Karwan bi lêv kir ku PDK ji bo ku bi serbikeve wê serî li her sextekariyê bide û got:“Di vê hilbijartinê de dengê rastîn ê PDK dê derkeve holê. Berê sextekarî dikir û dengên partiyên din dibir û komisyon di bin kontrola wê de bû. Rastiyên PDK wê eşkere bibin. Her wiha PDK baweriya xwe bi hilbijartin û demokrasiyê nîne. Gelek mînak jî ji bo vê yekê hene, wek terorkirina rojnamevanan û xwepêşandanên li Hewlêrê." Karwan da zanîn ku ev hilbijartina ku bê lidarxistin ji hilbijartinên berê cudatir e û got:“Ji ber ku ji bo tu hikûmeteke baş û parlamentoyeke baş hebe divê li dijî dagirkeriyê bisekine. Eger desthilatdarek nikaribe dagirkeriyê ji axa xwe derxe, çawa dikare parastina welatiyên xwe bike? Lewma ev hilbijartin wê hevsengiyekê vegerîne herêmê. Ew desthilatdariya ku 30 sal e PDK'ê kiriye û xizmeta dagirkeran pê dike, divê ku biguhere. Lewma pêwîste gel biçe ser sindoqan û partiya ku li dijî dagirkeriyê disekine hilbijêre." 

MA/ZEYNEP DURGUT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.