Tirsa dilê çeqelekî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 12 Hezîran 2023 - 16:03

Wênegirê bi navê Ateeb Hussain ki li Dubaiyê dijî, qederê 10 sal in bi wênegiriya ajalan ve mijûl e. Nexasim jî ajal û dirindeyên li çolên Efrîkayê pirr bala wî dikşînin. Ji bo weneyên xweşik bigire axlebî wextê xwe li çolan derbas dike. Di serdaneke xwe ya çolan de ev wêneyê balkêş li çola “Masai Mara” ya Kenyayê girtiye. 

Ateeb Hussain ferq dike ku çeqelek û têjika xwe li çolê dimeşin. Lê li ser serê wan teyrek jî difire û teyr dixwaze têjika çeqelî birevîne û dikeve pey nêçîrkirina wan. Serê ewil bi çend nikilan êrîşî têjikê çeqel dike lê nikara ew zeft bike. Çeqel her çiqas li ber xwe bide jî ditirse û ji teyr direve. Herî dawî teyr têjika çeqel nêçîr dike lê dema ku difire têjik dikeve jêrê û difilite. Têjik vê carê bi siûde e, ji lewma kêm car tiştên halo pêk tên.

Piştî ku têjika çeqel dikeve jêrê jî teyr nasekine û dixwaze dîsa ew bi nikilên xwe nêçîr bike lê di dawiyê de nagihîje armanca xwe.

Di vê kêliyê de Ateeb Hussain pêl bişkoka deklanşorê dike û ev dîmenê bêhempa yê ku nabe qismetê her wênegirî digire.

MASAI MARA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.