Karkerên wargeha penaberan Mexmûrê, ji ber zor û zextan gelek caran neçar dimînin li deverên dûr kar bikin. Ji van karkeran 5 jî gava ji Silêmanî vedigeriyan mala xwe ya li wargehê, li Pirdê ji aliyê hêzên Iraqî yên Tirkmen ve hatin binçavkirin û di dema binçavkirinê de hêzên Iraqî êşkence li wan kir. Piştî çend rojan jî ew serbest berdan.
Ev 5 karkerên ji Wargeha Penaberan a Mexmûrê 24’ê Tebaxê dema ji Silêmaniyê vedigeriyan malê, li Pirdê ji aliyê hêzên Iraqî yên Tirkmen ve hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên peyamnêrên Rojnewsê, 5 karker piştî li Pirdê bêyî sedem tên binçavkirin, dişînin Kerkûkê û li Kerkûkê di bin çavan de êşkence li wan tê kirin.
Her wiha hate ragihandin ku piştî çend rojan, ew ji Kerkûkê şandine Bexdayê û doh jî ew serbest berdane.
Li gorî agahiyan her pênc karker serbest hatine berdan û gihiştine Mexmûrê.
MEXMÛR