Tirkmenan dike dewlet

Nûçeyên Dosye

Çarşem 11 Tebax 2021 - 04:11

Bi agahiyên di dosyayeke di Rojnewsê de, mirov eşkere dibîne ka dewleta Tirk çawa ji sala 2014´an ve li nava Iraqê û Başûrê Kurdistanê, Tirkmenan weke dewletê bi rêxistin dike.

Wê ji hingê ve Mûsil û Kerkûkê baregeheke leşkerî, gelek komên çekdarî ava kirine, Eniya Tirkmenên Iraqê bi nîjadperestiyê mezin dike û Teşkîlata Îstîxbaratê ya Tirkmen (TİT) jî bi rêxistin kiriye. Rêveberên Eniya Tirkmenan, li gel sefîrê Tirk ê Iraqê wekî sazumaniyeke dewleteke cuda merasîmên leşkerî çêdikin û gefan li Kurdan dikin.

Hewldanên ji bo Mûsil û Kerkûkê

Wexta çeteyên DAIŞ’ê sala 2014’an êrişî Mûsilê kir, komkujî pêk anîn û bajar hilweşandin, dest nedan avahiya konsolosxaneya Tirkiyeyê. Konsolê Tirk û 49 endamên konsolosxaneyê, piştî demekê di Deriyê Sînor ê Girê Sipî re, radestî Tirkiyeyê kirin.

Tirkiyeyê sala 2015’an li Başîqa ku 32 kîlometre li bakûrê Mûsilê ye, baregehek ava kir. Baregeh di encama hevdîtinên Tirkiye û Rêveberiya Herêma Kurdistanê de hat vekirin û 600 leşker, tang û top lê hatin bicihkirin. 
Esîl Nûceyfî hêzek bi navê Heşdî Wetenî ja Tirkmen û Erebên Sûne ava kir. Ev kom li baregeha Tirk a li Başîqa hat perwerdekirin. 

Erdogan çi gotibû? 

Tirkiye hinceta hebûna baregeha xwe ya li Başîwa wekî “şerê dijî DAIŞ’ê” nîşan dide, lê piştî rizgarkirina Mûsilê, Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Heyder Ebadî, hikûmet û Parlamentoya Iraqê xwestin ku Tirkiye leşkerên xwe vekişîne. Lê Serokkomarê Tirk Erdogan di bersivdayînê de niyeta xwe careke din eşkere kiribû: “Ma em dikarin gelê Mûsilê wisa ji qedera wan re bihêlin? Di dîroka Mûsilê de kî hene? Em hene.”

Baregeha Başîqa hîn jî dimîne û li gorî hinek saziyan çapemeniya Tirk, heya sala 2016’an hejmara leşkerên li vir nêzî 3 hezaran bû. Her wiha gelek komên çete li wir tên perwerdekirin.

Destwerdana nava Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) 

Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) di sala 1995’an de hatiye avakirin. Piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê rasterast Tirkiyeyê zêdetir destek da ITC´ê û ew bi rêxistin kir. ITC niha li Mûsil, Kerkûk, Hewlêr û Kifriyê navend vekirine û hewl dide li Silêmanî, Dihok û Zaxo jî veke.

Wezîrê ji Pêkhateyên Herêma Kurdistanê Berpirsyar Aydin Marûf ê Tirkmen, serokê berê yê ITC’ê Erşed Salihî û gelek berpirsên din, piştî êrişên DAIŞ’ê û referamdûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya 2017’an, dijberiya li hemberî Kurdan veneşartin. 

Giraniya xebatên ITC li Kerkûkê tên meşandin û hewl tê dayîn ku nufûsa Tirkmen bê zêdekirin. Li aliyê din jî zext li Kurdan tê kirin ku ji bajar derkevin. Cihgirê Serokê ITC’ê ya Kerkûkê Qehtan Wendawî di peyameke xwe ya ji bo radyoya Dengê Emerîkayê de (8 Tebax 2021) got, ewê di hilbijartinan de parlamenterên xwe li Kerkûkê zêdetir bikin.

ITC di tevahiya xebatên xwe de dirûşmeya, “Kerkûk Tirk e, wê Tirk bimîne” derdixe pêş. Balkêş e ku îşareta “gurên boz” a sembola nîjadperestên Tirk û ala Tirk jî bi eşkereyî nîşan dide.

Mexmûr kirin hedef

14’ê Tîrmeha 2021’an ITC’ê bi hinceta bibîranîna Tirkmenên di salên 1958’yan de li navçeya Pirdê ya Kerkûkê hatibûn kuştin, merasîmek lidar xist. Di bernameyê de balyozê nû yê Tirk ê Iraqê Alî Riza Gûney jî hazir bû. Alên Tirkiye û komên çekdar hatin hildan û merasîma leşkerî hat lidarxistin. Erşed Salihî, li vir gef li Kurdan kirin û Wergeha Penaberan a Mexmûrê kir hedef. 

Rêxistina Îstîxbarata Tirkmenan

Li gorî nûçeyeke malpera Lekolin.org, sala 2017’an Teşkîlata Îstîxbarata Tirkmenan (TÎT) bi alîkariya Teşkîlata Îstîxbarata Millî (MÎT) ya Tirk hatiye avakirin. Li gorî hinek saziyên çapemeniyê Erşad Salihî jî bi van saziyên îstîxbaratê re di nava pêwendiyan de ye.

Li gorî agahiyên di ragihandinê de gelek komên çekdar ku pirraniya wan Tirkmen in, ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine avakirin û li baregeha Başîqa hatine perwerdekirin. Hin ji van Akincilar, Suxur Helo, Qertalên Kerkûkê, Heşdî Wetenî ne.  Aydin Marûf di hevpeyvîneke xwe de hejmara Tirkmenên di nav Heşdî Wetenî de wekî 5 hezar nîşan dide.

Sala 2018’an şandeyeke veşartî ya MÎT’ê çûbû Kerkûkê û bi hin aliyên Tirkmen, Ereb û Sune re hevdîtinên veşartî kiribûn. Piştre hatibû gotin ku ev hevdîtin ji bo avakirina komeke çekdarî çêbûne.

Parlementerê YNK’ê yê berê Şiwan Dawidî jî sala 2018’an ji Rojnews re gotibû, Tirkiyeyê komeke ji 500 kesan ava kiriye û meaşê van kesan di navbera 400-700 dolarî de ye.

Haya parlamenteran jê heye 

Parlamenterê berê yên Iraqê Hakim El-Zemalî ku yek ji berpirsyarên Firaksiyona El-Teyyar El-Sedir (Saîrun) e û Parlamenterê ji Fraksiyona El-Fetih Mehemed El-Beldawî dan zanîn ku Tirkiye çeteyên DAIŞ’ê derbasî Iraq û Herêma Kurdistanê dike, piştre jî bi hinceta çeteyan êriş dike û dixwaze bi vî rengî planên xwe yên li dijî Iraqê pêk bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.