‘Tirkiyeyê xwest PDK'ê ceza birrî’ 

Çarşem 30 Hezîran 2021 - 03:47

Beriya bi çendekê cezayê li 5 rojnamevan û aktivîstên li Dihokê girtî, hatibû pesendkirin. Parêzer Beşdar Hessen îşaret bi vê pesendkirina bi lez û bez kir û got, "Tirkiye dixwaze, PDK jî wan digire." 

Di 13'ê Hezîrana 2020’an de li Dihok, Amediye, Şêladizê, Qeladizê û gelek deverên din ên Behdînanê, hêzên PDK´ê avêtibûn ser malan û qederê 400 kesan girtibûn. Ji kesên hatibûn binçavkirin 320 kes hatibûn berdan û 76 kes jî hatibûn girtin. Rojnamevan-aktivîst Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Şivan Seîd, Şêrwan Şêrwanî û Eyaz Kerîm ku di 16'ê Sibata 2021'ê de li Dadgeha Ceza ya Hewlêrê hatibûn dadgehkirin, 6 sal ceza li wan hatibû birrîn. Parêzerên wan serî li Dadgeha Temyîzê dabû, lê belê dadgehê miracaeta wan red kiribû û cezayê wan di 27'ê Nîsanê de pesend kiribû. Parêzeran ji bo ceza bê xerakirin di 20'ê Gulanê de miracaetî Dadgeha Bilind kiribû, lê belê dadgehê miracaet red kiribû û bi biryara xwe di 20'ê Hezîranê de bi awayekî teqez ceza pesend kiribû. Ji xeynî van li rojnamevan Qehreman Şukrî jî 7 sal û li rojnamevan û aktivîst Umêd Beroşkî jî salek ceza hatibû birrîn. Qehreman Şukrî 26'ê Çile li Dihokê hatibû girtin û ev 5 meh bûn girtî bû.  

 

Di hiqûqê de tine

Beşdar Hessen ku parêzerê rojnamevan û aktivîstên girtî ye, ji nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç re peyivî. Beşdar Hessen got: "Pêşî ji rojnamevan û aktivîsatan re gotin, 'Pêwendîya we bi konsolosên DYE, Brîtanya û Elmanyayê re heye, hûn ji wan re dixebitin, daxuyaniyan didin û hûn zirarê didin ewlehiya Herêma Kurdistanê.' Paşê bi hinceta 'Pêwendiya wan bi PKK'ê re heye û li ser navê PKK'ê dixebitin', ew tawanbar kirin. Di hiqûqê de tu cihekî van tawanbariyan tine ye. Îfadeyên şahidên veşartî yên di nav asayîşa PDK'ê de girtin. Ev şahidên veşartî ku di nav hêzên taybet de ne û navên wan nayên eşkerekirin, dibêjin rojnamevan û aktivîst ji bo PKK'ê dixebitin. Halbûkî ev îdîa, qet ne rast e. Welatiyên Herêma Kurdistanê bixwazin biçin ku dikarin biçin. Çûna gundan jî kirin sûc û wekî xebata ji bo PKK'ê bi nav kirin. Li mala rojnamevanekî tivingek hat dîtin û ev wek çek hesibandin. Halbûkî ji bo nêçîrvaniyê bû." 
 
Ji ber ku li ber êrişên Tirkiyeyê rabûn hatin girtin

Parêzer Hessen, anî ziman ku ti sûcekî kesên girtî tine û ji bo tawanbarkiyan jî delîlekî berbiçav tineye: "Di şexsê wan de dixwazin azadiya gelê Behdînanê bieciqînin. Biryar ne biryareke hiqûqî ye, siyasî ye. Hikûmet di televîzyonê de bi derewan propagandaya azadî û demokrasiyê dike, lê belê her diçe bi paş ve diçe. Di televîzyonan de diaxivin, lê di rastiyê de nakin. Ev kes bi tenê ji ber ku li ber êrişên Tirkiyeyê rabûn, hatin girtin. Tirkiye, zorê dide ser hikûmetê û PDK'ê. Naxwaze li herêmê li dijî Tirkiyeyê liv û tevgerek û protestoyek çêbe. Ji bo ber dilê Tirkiyeyê xweş bikin, ev kes girtin. Ji ber ku Tirkiyeyê xwest, ceza li rojnamevan û aktivîstan hat birrîn.

Lê dadgehê, li gor qanûna terorê ku di 2003'yan de hatiye çêkirin, ew dadgehkirin û ceza li wan birrî. Heger em li ber vê bêhiqûqiyê ranebin, dê me hemûyan bitepisînin û azadiya me binpê bikin. Divê em li ber zext û zorên hikûmetê rabin."

NAVENDA NÛÇEYAN
 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.