Tirkiye tê dadgehkirin
În 1 Cotmeh 2021 - 01:00
- Aydar: Pîlanên reşkujiyê eşîfre bûne û di dosyayê de zelal e ku ev hewldan xwe disipêre MÎT’ê, hiikûmeta Tirk û heta Tayyip Erdoganî. Ya muhim ew e ku doz pêk tê û terora navneteweyî ya dewleta Tirk wê deşîfre bibe.
ERKAN GULBAHÇE
Li Belçîkayê ji ber hewldana reşkujiya li dijî siyasetvanên Kurd Zubeyir Aydar û Remzî Kartal doza li dijî sîxûrên dewleta Tirk îro dest pê dike.
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyir Aydar got, “Bi awayekî eşkere pîlanên reşkujiyê eşîfre bûne û di dosyayê de zelal e ku ev hewldan xwe disipêre MÎT’ê, hiikûmeta Tirk û heta Tayyip Erdoganî“.
Doza ji ber hewldana reşkujiya li dijî Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyir Aydar û Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal a 2017’an, îro (1’ê Cotmehê) li dadgeha Brukselê dest pê dike. Di dozê de sîxûrên dewleta Tirk ên ku xwestin reşkujiyê bikin, Zekeriya Çelikbilek, Yakup Koç, Haci Akkulak û Necati Demirogullari tên dadgehkirin. Di şexsê wan de jî dewleta Tirk a ku li derveyî welatê xwe ji bo kuştina muxalifan rêxistina sûc ava kiriye jî tê dadgehkirin.
Zubeyir Aydar dibêje, tîma reşkujiyê ji kesên profesyonel pêk tê û wiha peyivî: “Erê di dosyayê de navê 4 kesan heye, lê gava mirov berê xwe dide begeyên derketine holê, mirov bi rehetî dibîne ku hewldana reşkujiyê heta bib Enqerê, qesra Erdoganî diçe.”
2 Pîlanên kujeran
Aydar got, di encama lêkolînê de hewldana reşkujiyê ya 2017’an bi tevahiya detayên xwe eşkere deşîfre bûye û belge jî di girtenameyên dadgehê de hene. Aydar wiha dewam kir: “Me rayedarên Belçîkî hişyar kirin û wan jî li telefonan hisand û taqîbat kir. Ew pê hisiyan ku du pîlan li dijî me tên kirin:
- Pîlana yekê: Bi ser avahiya KNK’ê de bigirin, her kesê di hundirû de bikujin. Kujer paşê wê bi keştiyê bireviyana Tirkiyeyê.
- Pîlana duyê: Wan ê jehr bixista semawerê li avahiya KNK’ê û her kes bikuşta.”
Aydar got, her du pîlan zelal di encama taqîbatê de eşkere bûne û di dosyaya dadgehê de cihê xwe digirin.
Lêpirsîn li ku aliqî?
Aydar got, wan gelek belge dane rayedarên Belçîkî, serê pêşî wan lêpirsîn cidî dîtiye, lê paşê lêpirsîn li tiştekî aliqiye: “Tevî belge û agahiyan dozgerên Belçîkş xwe nedan ber lêpirsînê. Li gorî texmîna min dozger ji ber peywendiyên navdewletî nexwest dozê veke. Axir dadgerên li dozê dinihêrîn bi înîsiyatîfa xwe pêvajoya dadgehê dan destpêkirin.
Çalakiya navneteweyî ya terorê ya dewleta Tirk wê deşîfre bibe. Ev aliyê herî muhim ê dozê ye. Helbet encam jî girîng e. Lê pêkhatina dozê tişta herî muhim e. Li ber wan dosyayeke 7000 rûpelî heye. Ev dosya pirr zelal hebûna çeteyeke sûc deşîfre dike. Bi awyekî eşkere pîlanên reşkujiyê deşîfre bûne. Di dosyayê de diyar e ku ev bi awayekî zelal xwe disipêre MÎT’ê, hikûmeta Tirk û heta Tayyip Erdogan”.
Reşkujer: Parîs jî karê me ye
Aydar dibêje, “Di dozê de her tişt diiyar e, dewleta Tirk li derveyî welatê xwe rêxistineke sûc ava kiriye û hewl dide muxalifan bikuje. Aiyê din ê muhim jî bi qenaeta min û a parêzerên me, heman komê komkujiya Parîsê ya Çileyê 2013’an li dijî sê siyasetvanên jin ên Kurd jî kiriye.
- Yakup Koç hingê wezîfedarê ewlekriyê ye li sefareta Tirk a li Parîsê.
- Zekeriya Çelikbilek gava ku hewl dide hinekan ji bo reşkujiya li dijî me qaneh bike, li xwe mukir tê û dibêje, Parîs jî karê me ye, binihêre tiştek nebû.”
Aydar dibêje, Fransa û Belçîkayê li ser her du reşkujiyan agahî û belge dane hev û heta di encamê de lêpirsîna Gulana 2019’an a ji bo Komkujya
Parîsê jî dest pê kiriye. Lê ji bo peywendiyên navdewletî pirr giran bi pêş dikeve.
Aydar dibêje lêpirsîna reşkujiya li dijî wan jî ketiye binbarê peywendiyên navdewletî: “Zekeriya Çelikbilek li Fransayê elaqedarî hewldana reşkujiyê hat girtin. Min li girtenameya lêpirsîna wî nihêrî, pirr seresere ye. Ez dibê qey, ji ber peywendiyên berjewendiyan ên navdewletî ev wisa ye, pêşî li lêpirsînê hatiye girtin“.