Muxatabê destpêkê dewlet e
Duşem 3 Adar 2025 - 03:40
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar li ser banga Rêber Apo ji ANF'ê re axivî. Aydar destpêkê qala pêvajoya beriya banga dîrokî kir û got:"Em qala pêvajoyeke welê dikin ku li ser karê ji niha û pê ve bêne kirin, bi nivîskî nebe jî di hin mijaran de wergirtina înîsiyatîfê, lihevkirin, fêhmkirina hev û bendewariyên ji hev hatin destnîşankirin."
Komîsyoneke hiqûqî hatiye avakirin
Aydar anî ziman ku ew zanin komîsyoneke hiqûqî hatiye avakirin, ev komîsyon li ser mijarên qanûnî-destûra bingehînî dixebite û got:"Hejmar çar e, em baş nizanin; lê belê bi navê dewletê hin rayedar demeke diçin wê derê û hevdîtinan dikin. Ev mesele ne meseleyeke welê ye ku Devlet Bahçelî êvarekê raza, xewn dît û sibehê rabû çû silav da DEM Partiyê. Meseleyeke ku berê hate plankirin û amadekirin. Heyeta ku çû Îmraliyê bi Bahçelî re jî rûnişt, hevdîtin kir û meseleyên li ser hatin axaftin bi wî re jî parve kir. Meseleyên ku haya raya giştî jê çêbû piştre rû dan. Bi vê daxuyaniyê re derbasî qonaxeke nû bû. Banga Serok Apo nîşaneya qonaxeke nû ye."
Heyet bi destûra Erdogan çûn
Zubeyîr Aydar diyar kir ku haya Erdogan ji her tiştî heye û got: "Heyetên ku çûn bi destûra wî çûn. Li wir axaftin li ser çi hatin kirin, çi hate kirin hemû bi rengê raporê didin wî. Em bi kevneşopiya vê dewletê zanin. Bêyî agahiya Erdogan tayînkirineke biçûk jî nikare bê kirin, rayedarên dewletê wê ji bo pirsgirêkeke ewçend cidî biçe Îmraliyê û bê, lê haya Erdogan wê jê nebe. Ev nepêkan e. Agahî û destûra Edogan heye. Di pêvajoyên berê de jî hebû."
Gog li qada dewletê ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar anî ziman ku esasê bangê têkildarî dewletê ye û got:"Gog niha li qada dewletê ye. Belê, bang li rêxistinê jî hate kirin. Lê belê ji rêxistinê re dibêje, 'Eger zemîna hiqûqî û siyaseta demokratîk bê afirandin, vê bikin. Kongreyê bicivînin, biryarê werbigirin û çekan ji dewrê derxînin'. Niha di vir de muxatabê asta destpêkê dewlet û hikumet e. Eger mijarê sor bikin, wê mesele li wir bisekine."
Gotinên Ozel di cih de bûn
Aydar anî ziman ku Rêber Apo divê êdî hîn bi şênberî û hêsanî karibe bi heyeta xwe re rûnê û got:"Weke ku Serok Apo got, di demeke kurt de divê ev yek pêk were. Eger li nava demê belav bibe wê dînamîka darbeyê van hemûyan asteng bike. Lewma divê meclîs tavilê bikeve nava liv û tevgerê. Gotinên lîderê CHP'ê Ozgur Ozel gelekî di cih de bûn. Bi beşdariyeke berfireh a ji partiyan, rexistinên civakî yên sivîl divê komîsyoneke berfireh li ser mijarê bê avakirin û ev pêvajo bê meşandin. Ev mesele ne tenê çekdanîna PKK'ê ye."
Bi tenê daxuyanî têrê nakin
Li ser helwesta li qada navneteweyî jî got:"Daxuyanî bi tena serê xwe têrê nakin. Ev mesele êdî ne tenê meseleya navxweyî ya Tirkiyeyê ye, meseleyeke mezin e û ne tenê têkildarî Rojhilata Navîn e. Meseleyeke ku li Ewropayê û herêmên cuda yên cîhanê belav bûye. Meseleyeke cîhanê ye. Aliyê Kurd li ser rêya aştiyê gaveke gelekî girîng avêt. Divê her kes ji vê re bibe alîkar û em li bendê ne ku ji bo çareseriya bi rêya diyalogê û aştiyane ya vê pirsgirêkê bi rol rabin."
Çapemenî berovajî dike
Têkildarî îdîayên ku medya alîgirên hikumetê dibêje 'Bang her wiha ji bo QSD'ê yan jî YPG'ê ye' Aydar got:"Na, rast nîne. Serok zane bê çi dibêje. Beriya niha têkildarî Rojava gotibû, divê QSD di nava HTŞ'ê de nehele. Li wê derê divê Kurd teqez xwedî statuyekê bin. Çapemeniya Tirkiyeyê li gorî xwe di çarçoveya şerê psîkolojîk de dikare şîroveyên cuda bike. Lê belê em di vê mijarê de zanin bê çi çawa dimeşe. Em jî li gorî wê tevdigerin."
ANF/BARIŞ BOYRAZ