Divê Rêbertî bi azadî tevbigere
În 10 Çile 2025 - 03:20
- Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, da zanîn ku nabe Rêber Apo di nava çar dîwaran de ji hemû derfetan bêpar bê hiştin û got: Beriya her tiştî divê şert û merc wekhev bin û Serok Apo karibe bi awayekî azad tevbigere.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, da xuyakirin ku divê kes guh nede spekulasyon û gotinên şerê psîkolojîk ê dewletê û got:"Tevger tevgereke xwedî tecrûbe ye ku ev 52 sal in têdikoşe. Ev 32 sal in bi rêbazên cuda bi dewletê re diyalog tên kirin. Divê raya giştî pê bawer be. Ji aliyê me ev yek lêgerîna aştî û çareseriyê ye. Dibe ku aliyê din bi sedemên cuda nêzîk bibe, lê em pêvajoyê girîng dibînin. Di pêvajoyên borî de jî xwestin mijûl bikin û vê veguherînin firsendê ji bo xwe, lê belê me di dema bihurî de jî her tim ji dil ji bo aştiyê gav avêtin û xwest encamê bigirin. Em ê di vê pêvajoyê de jî li çareseriyê bigerin, lê em ê bê tedbîr tevnegerin. Nabe ku di nava çar dîwaran de ji hemû derfetan bêpar bimîne. Beriya her tiştî divê şert û merc bên wekhevkirin û Serok Apo karibe bi awayekî azad tevbigere." Em pêşniyarî aliyê din dikin ku ji niha û pê ve hay ji uslûba xwe hebe. Tevgera Azadiya Kurdistanê xwedî refleks û hestan e. Ji ber vê yekê guh nade gefên bi vî rengî. Bila dev ji çavtirsandina me berdin. Diyalogê bi gefxwarinê nabe. Em hevdu nas dikin, ev 40 sal in em şer dikin, gefxwarin tu encamê nade. Em ji aliyê din re dibêjin; zimanê gefxwarinê danin aliyekî. Em jî bi kar naynin bila ew jî bi kar neynin. Madem li diyalogê digerin bila zimanê aştî û diyalogê bi kar bînin."
CHP jî dikare biçe Îmraliyê
Zubeyîr, Aydar anî ziman ku helbet hevdîtinên şandeya DEM Partiyê yên bi hemû aliyên muxalefetê girîng in lê divê vî karî tenê DEM Partî neke, divê partiyên din jî biçin Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin û got:"Divê heyeta CHP’ê jî biçe Îmraliyê. Ew jî li vî welatî xwedî pozîsyonên berpirsiyar in. Bila partiyên din jî daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re bikin. Bila ew jî derbarê vê mijarê de her tiştî normalîze bikin. Mesele ne pirsgirêka teror û tundiyê ye. Mesele ew e ku miletek bi azadî bi nasname û çanda xwe bijî."
Azadiya Rêbertiyê girîngtir e
Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, diyar kir ku pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk' dewam dike û wiha got: "Ev pêngav girîng e, bi pêş dikeve. Divê her kes li vir cihê xwe bigire. Ji niha û pê ve daxwaza azadiya Rêber Apo ji hemû caran girîngtir e. Hûn nikarin azadiya Rêber Apo ji azadiya gelê Kurd cuda bigirin dest. Beşdarbûna vê pêngavê, di asta herî bilind û cîhanî de parastina doza Kurdistanê ye."
Ji bo dijberiyê li Sûriyeyê ne
Zubeyîr Aydar di dewama axaftina xwe de anî ziman ku rewşa heyî ya li Sûriyeyê, ne nişana Sûriyeya demokratîk e û got:"Dewleta Tirk ji sala 2011'an û vir ve di navenda pirsgirêka Sûriyeyê de cih digire. Tirkiye pêşî bi rejîmê re bû, piştre bi fikra wê rejîm hilweşe destek da Birayên Misilman. Dema ev polîtîka bi ser neket, Artêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO) çeteyên xwe ava kir." Aydar, da zanîn ku armanca hebûna Tirkiyê ya li Sûriyeyê, dijberiya Kurd û berfirehkirina kontrola xwe ye û wiha domand, “Ji destpêkê ve rewş bi vî rengî bû û têkiliyên xwe yên bi rejîmê re bi vî rengî dîzayn kirin. Ji Mutabakata Edeneyê heta hevdîtinên malbatî yên bi rejîmê re, hemû li ser esasê dijberiya Kurdan hatin kirin. Piştre jî bi mûxalîfên mîna komên selefî û çeteyên SMO re tifaqeke dijberî Kurd ava kirin."
Ew ê dewleta Tirk bê darizandin
Zubeyîr Aydar, diyar kir ku saziyên mafên mirovan ên ji Rojava û Ewropayê li dijî sûcên dewleta Tirk ên li Rojava ketine nava tevgerê û got:"Di 5-6'ê Sibatê de wê li Brukselê dadgeha sivîl bê avakirin. Dadger û dozgerên Fransa, Belçîka û Hollandayê wê beşdar bibin, darizandinek bê kirin. Berpirsyarên ku sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê dikin wê di asta takekesî de bên darizandin. Wê îddîaname ji Tirkiyeyê re bê şandin, wê derfet ji wan re bê dayîn ku parastinê bikin, lê em nizanin bê wê bên yan na. Kurd û dostên wan divê vê dadgehê bişopînin. Em difikirin ku saziyên çapemeniyê jî eleqeyê nîşan bidin. Ev darizandin wê bi awayekî zindî ji tevahiya cîhanê re bê weşandin."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN