Tirkiye sûcdar hûn şirîk in

Pêncşem 11 Mijdar 2021 - 23:11

  • Li bajarên Elmanyayê Hamburg û Bonnê dewleta Tirk ji ber bikaranîna sîlehên kîmyewî li dijî Başûrê Kurdistanê û gerîlayên azadiya Kurdistanê hat şermezarkirin.

Li bajarên Elmanyayê Hamburg û Bonnê dewleta Tirk ji ber bikaranîna sîlehên kîmyewî li dijî Başûrê Kurdistanê û gerîlayên azadiya Kurdistanê hat şermezarkirin.

Li Hamburgê dewletên beramberî bikaranîna sîlehên kîmyewî bêdeng in jî hatin rûreşkirin.  Di mîtînga bi organîzasyona Meclîsa Jinê ya Rojbîn li taxa herî qerebalix a bajêr Jungferstiegê de jinên aktîvîst bi pankart û wêneyan bal birin ser hovîtiya dewleta Tirk.

Qisekeran got, bikaranîna gazên kîmyewî sûc e li dijî  mirovahiyê û bêdengiya dewletên Ewrûpayê li hemberî vî sûcî jî şirîkatiya vî sûcî ye.

Wan tesîrên kîmyabaranê li ser mirov û xwezaya Kurdistanê jî bi bîr xist û xwest raya giştî hestiyar be. Mîtîng piştî lêxistina marşên şoreşgerî bi dawî bû.

Êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û bêdengiya li hemberî van êrişan a dewletan û rêxistinên peywendîdar li Bonnê bi meşekê hatin şermezarkirin.  Meş bi pêşengiya Komîsyona Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Bonnê pêk hat.

HAMBURG/BONN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.