Tirkiye sînorê Iraqê dibezîne

Pêncşem 29 Tebax 2024 - 01:20

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Talîb Yesarî ku ji çapemeniya Iraqê re re axivî, dijî hebûna leşkerî ya Tirk ya li Herêma Kurdistanê helwest nîşan da, diyar kir hebûna leşkerî nîşan dide ku li Iraqê aramî nîne û li nav gel dibe sedema tirs û xofê.

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya parlamentoya Iraqê Talîb Yesarî dijî tevgera dagirkerî ya Tirk a  li ser Herêma Kurdistanê helwest nîşan da û got,’’Ev sevqiyata leşkerî ya Tirkiyê cihê nerazîbûnê ye.’’

Yesarî derheqê hebûna zêde ya leşkerî ya Tirk a  li ser Herêma Kurdistanê got,“Hejmara hêzên Tirk ya li Iraqê zêde dibe û Tirkiye çêkên giran, wesayîtên zirxî û gelek leşker aniye herêmê û Iraqê.”

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya parlamentoya Iraqê Talîb Yesarî derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ji medya Iraqê re axivî.

Talîb da zanîn hejmara hêzên Tirkiyeyê ya li Iraqê roj bi roj zêde dibe û got; “Tirkiye çekên giran, wesayîtên zirxî û leşker aniye herêmê û Iraqê. Ev sewqiyata leşkerî ya Tirkiyeyê cihê nerazîbûnê ye, ji ber ku bi vê re derdikeve holê ku li welatê me hebûna aramiyê nîne.”

Talîb got dewleta Tirk serweriya Iraqê binpê dike û gelek herêman dike hedef, ev jî ji bo xelkê li herêmê bûye sedema tirs û xofê.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.