• HRW´ê got, ji ber zirarên di binesaziya enerjiyê de pêk hatin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xizmetên sereke hatin rawestandin, sotemî kêm bû ku jixwe aloziya sotemeniyê li wir hebû, lewma azarên sivîlan zêdetir bûn.

Human Rights Watchê (HRW) bi raporekê got, dewleta Tirk a dagirker di êrişên dawîn ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de sûcên şer kirine.

Di rapora HRW´ê de hat bibîrxistin ku karkerên alîkariyê yên navneteweyî û xelkê deverê dane zanîn ku ji ber êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker elektrîk qut bûye, sotemenî kêm bûye, rêxistinên alîkariyan neçarî taloqkirina hin xebatên xwe mane, dibistan û xizmetguzariyên giştî hatine sekinandin.

 

Rapora sûcên li dijî mirovahiyê

HRW ya navenda wê li Washingtonê di raporê de hat destnîşankirin ku di şeva 20`ê Mijdarê de dewleta Tirk êrişî bakurê Sûriyê kir, deverên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hêzên hikûmeta Şamê bombebaran kirin, navendeke tenduristiyê ya Koronayê, depoyên genim, dibistanek, stasyonên enerjiyê û sotemeniyê, zeviyên petrolê, rêyeke sivîlan û rêxistinên alîkariyan kirin hedef.

HRW´ê got, ji ber zirarên di binesaziya enerjiyê de pêk hatin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xizmetên sereke hatin rawestandin, sotemî kêm bû ku jixwe aloziya sotemeniyê li wir hebû, lewma azarên sivîlan zêdetir bûn.

 

Weke hêza hewayî ya DAIŞ´ê tevgeriya

HRW´ê her wiha bi bîr xist ku di 23`yê Mijdarê de cihekî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li kampa Holê jî hatiye bombebarankirin. HRW´ê got, di êrişê de 8 endamên Ewlkariya Hundirîn canê xwe ji dest dane û gelek saziyên civaka sivîkl û rêxistinên alîkairyê yan bi temamê xebatên xwe sekinandine, yan jî qismî xebatên xwe sekinandine. 

 

Êrişî mafên sereke yên sivîlan dikin 

Di 25`ê Mijdarê de Foruma Rêxistinên Nehikumî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (desteya koordîneyê ya sereke ya rêxistinên nehikumî yên li herêmê ye) daxuyaniyek dabû. Di daxuyaniyê de li ser zirara dibe ku hedefgirtina binesaziyê bigihîne jîngehê û çavkaniyên avê ku jixwe aloziyeke avê li herêmê heye, hişyar kiribû.

Cihgirê rêveberiya HRW`ê yê Rojhilata Navîn Adam Coogle got, êrişên dewleta Tirk li ser cih û waran û binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeterê li ser mafên sereke yên sivîlan çêdike. Coogle diyar kir ku gelê Sûriyê jixwe bi karesata mirovî, aloziya koçberiyê û aboriya xirab re rû bi rû ye û hişyarî da ku zêdebûna êrişên leşkerî yên dewleta Tirk dibe ku rewşê ji bo Kurd, Ereb û civakên din xirabtir bike.

Foruma Rêxistinên Nehikumî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyand ku di êrişên hewayî yên dagirkeriya Tirk de di nav de rojnamevanê ANHA´yê Îsam Ebdullah jî, herî kêm 11 sivîl hatine şehîdkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN