HRW’ê: Komên Tirk sûcên hovane dikin

În 2 Tebax 2024 - 00:59

Human Rights Watch (HRW) gotarek bi sernavê “Tirkiye komên Sûriyeyî yên bi sûcên xeternak hatine tawanbarkirin, pêşwazî dike” weşand. Di gotarê de hate gotin,’’ Artêşa Watanî ya Sûriyeyê, Hemzat, Sultan Suleyman Şah sûcên hovane, revandina zarokan, destdirêjî û îşkenceyê dikin.’’

Rêxistinê di gotarê de bal kişand ser pêşwazîkirina rayedar û siyasetmedarên Tirk, di serî de serokê MHP`ê Devlet Bahçelî û serokê mafyaya Tirk Alaettîn Çakici ya serçeteyên “Hemzat” û “Sultan Suleyman Şah” û destnîşan kir ku ev dîmen paşguhkirina dewleta Tirk a sûcên van komên nîşan dide. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) wan çeteyan bi “kirina sûcên herî hovane û çavdêrkirina sûcan” tawanbar dike û ceza li wan birîne.

Rêxistinê di gotarê de da zanîn ku herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê “ne ewle ne û qanûn lê ne serwer e.”

Çeteyên Tirk sûcên hovane dikin

Her wiha rêxistinê sedema vê rewşê wiha nirxand: “Tirkiyeyê her tim hewl daye hesab ji sûcdaran neyê pirsîn. Sibata 2024`an hate ragihand ku komên Artêşa Watanî ya Sûriyeyê, Hemzat, Sultan Suleyman Şah sûcên hovane, revandina zarokan, destdirêjî û îşkenceyê dikin, talan û diziyê dikin, mal û milkên şêniyan desteser dikin. Li hember van sûcan jî hesabpirsîn tune ye.”

Tirkiyê sûcdaran teşwîq dike

Rêxistinê bal kişand ser wêneyên ku dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyeyê weşandine û diyar kir ku ji van wêneyan diyar dibe ku dewleta Tirk van sûcan çareser nake, lê pesnê berpirsên wan dide û wan teşwîq dike. Bi nêrîna rêxistinê ji ber girêdana Bahçelî bi her du komên navborî, hesab ji her duyan nayê pirsîn û ev jî diyar dike ku desthilata Tirk bi awayekî veşartî û fermî derfet daye ku wan sûcan bikin. 

Rêxistinê da zanîn ku pêşwazîkirin, paşguhkirina hesabpirsînê, edaletê û aramiya pêşerojî li herêmê nîşan dide.

Hêjayî gotinê ye dewleta Tirk rojane li Efrîn, Ezaz, Cerablus, Idlib, Serêkaniyê û Girê Spî ku dagirkiriye, sucên dijî mirovahiyê dike.

NÛJINHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.