HRW: Alîkariyê nadin kampan

În 25 Tebax 2023 - 00:15

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) der barê alîkariyên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên ji bo kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê raporek weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku di kampan de bi deh hezaran penaber hene û alîkarî negihiştiye kampan û ev yek bandoreke nerênî li mafên wan ên bingehîn dike.

Di raporê de bal birine ser wê yekê ku divê penaber bibin xwedî şert û mercên guncav, xwarina tam, ava vexwarinê ya paqij, xizmetên tenduristî û perwerdeyê û hat destnîşankirin ku rêxistinên sivîl ên navneteweyî bi kêmasî alîkariyê didin û ev yek dibe sedema gelek pirsgirêkan. Ji ber vê yekê xizmetên tenduristiyê û paqijiyê asteng kirine, di demên germ û sermayê de amûrên bingehîn kêm bûne û ev yek jî bi xwe re gelek metirsiyan çêdike.

Di raporê de ku nêrîna Rêveberê Rojhilata Navîn a HRW’ê Adam Coogle jî tê de cih girtiye hat gotin: “Piştî êrîşên dewleta Tirk ên li ser bajar û bajarokan, 4 sal derbas bûn ku bi sed hezaran kes ji bo lêgerîna cihekî ewle koçî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Lê ji ber nebûna alîkariyê di rewşeke dijwar de ne. Li kampên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ku koçberî lê berdewam dike, pêwîstiya zêdetir bi xebatên mirovahî heye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.