Leşkerên Tirk sivîlan qetil dikin

În 28 Nîsan 2023 - 15:39

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan HRW’ê di raporeke xwe de eşkere kir ku leşkerên Tirk ên li ser sînoran, mafên mirovan binpê dikin û ew êşkenceyê dikin li Sûriyeyiyên hewl didin sînor derbas bikin, û wan qetil dikin.

HRW’ê di raporeke xwe de eşkere kir ku leşkerên Tirk li ser sînor bi awayekî bê serûber guleyan li Sûriyeyiyên li ser sînorê Sûriyeyê dibarînin, êşkenceyê li wan dikin û kesên hewl didin derbasî Tirkiyeyê bin, şidetê li wan dikin.

HRW’yê da zanîn ku divê hikûmeta Tirkiyeyê lêpirsînekê veke û li ser van kiryaran hesab ji nobedaran were xwestin.

Gerînendeyê Ewrûpa û Asyaya Navîn ê HRW′ê Hugh Williamson got, kiryarên bêserûber ên qetilkirina Sûriyeyiyan parçeyek ji metoda hovane ya nobetdarên sînor e û hikumeta Tirk li hember wê nasekine yan jî lêpirsînê dest pê nake. Wê yekê jî ji 2015′an ve hişt bi sedan Sûriyeyî werin qetilkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka 2023′yan ve Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) 12 bûyerên qetilkirin û birîndarkirina bi destê nobetdarên sînor ên Tirk tomar kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.