Dagirker Efrînê hê jî talan dikin
Sêşem 7 Mijdar 2023 - 16:15
Rêxistina çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) bi daxiyaniyekê da zanîn ku di nava çend rojên bihurî de çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi navê Siltan Mûrad li Efrînê, berhemîn bêhtirî 250 darên zeytûnan li navçeya Bilbilê dizîne. Çeteyên bi navê Lîwa Sisiyan jî li Qestel Miqded a ser bi Bilbilê 75 dar û berhemên wan dizîne.
Çeteyên dagirker ên bi navê Siltan Suleyman Şah jî li navçeya Şex El-Hedîdê berhemên bêhtirî 100 darên xelkê dizîne. Herçî çeteya Siltan Murad e, wan li gundê Dêr Sêwan ê ser bi Şaranê jî berhemên bêhtirî 40 darên zeytûnan û li gundê Ebla jî berhemên 90 darên zeytûnan dizîne.
Çeteyên dagirker ên bi navê Lîwaya Nehan li gundê Ciyah ê ser bi Racoyê berhemên bêhtirî 50 darên zeytûnan dizîn û 15 darên zeytûnan jî piştî talanê birrîne. Dagirkerên dewleta Tirk li Cindirêsê jî berhemê 65 darên zeytpnan talan kirin.
Li Eyn Darayê çeteyên dagirker ên ser bi Lîwaya Hemza 30 darên zeytûnan û 125 darên hinaran birrîn da ku bifiroşin.
Li aliyê din dagirkeran li taxa Eşrefiyê ya Efrînê xaniyê Efrîniyeke bi 900 dolaran firot.
NAVENDA NÛÇEYAN