Cîhan Mihemed Elî ya 40 salî dayika 6 zarokan e. Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê kantona Girê Spî dagir kir, jê koçber bû. Niha li kampa koçberên Girê Spî dimîne ku Rêveberiya Xweser 22’ê Mijdara heman salê li nêzî gundê Til El Simin ê Reqayê ava kir. Piştî ku dewleta Tirk xelkê kantonê bi darê zorê koçber kir, dest bi pêkanîna plana xwe ya mêtingeriyê kir ku penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê derbasî kantonê dike û li şûna şêniyên resen bi cih dike. Hejmara penaberên sûriyeyî yên li kantona hatine bicihkirin heta dawiya 2023’an gihişt 32 hezaran. Piraniya wan ji Hema, Heleb, gundewarên Şamê û deverên din ên Sûriyeyê ne.

Cîhanê bihîst ku çeteyên Cebhe El Şamiye dest daniye ser mala wê ku kilîtên wê hîna di berîka wê de ne û piştre firotine penabereke ji Hemayê. Cîhan sûcên dewleta Tirk a dagirker a ku penaberên sûriyeyî yên ji herêmên din li malên koçberan bi cih dikin, şermezar kir û got:"Bi vê siyasetê nefretê û fitneyê di navbera sûriyeyiyan de derdixe. Lê mixabin, çawa welatiyek sûriyeyî ji herêmeke din dikare di mala welatiyeke din de bijî û ew jî di kampê de dijî? Di nêzîk de wê herêmên me ji destê dagirkeran bên rizgarkirin, wê malên me li me vegerin. "

ANHA/EYN ÎSA