HRW: Dewleta Tirk sûcê şer dike

Şemî 10 Sibat 2024 - 00:17

Rêxistina Şopandinê ya Mafên Mirovan (HRW) êrişên dewleta Tirk ên li ser binesazî û seresaziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi renge ‘’sûcê şer’’ pênase kir.

Rêxistina Şopandinê ya Mafên Mirovan (Human Rights Watch-HRW) di raporeke xwe de diyar kir ku li gel ku cîhan bi şerê  Îsraîl û Hemasê ve mijul e, aloziyeke din li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girantir dibe.

Rêxistinê di raporê de got: “Bombebarankirina binesaziya sivîl a stratejîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve, jêderên jiyanê li vê herêmê xiste xetereyê. Di encamê de kehrebe, xebatên tenduristiyê û xizmetguzariyê tev rawestîne.”

Rêxistinê bi bîr xist ku dawiya Cotmeha 2023`yan, di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi milyonan kes bê kehrebe man. Her wiha diyar kir ku Kanûn û Çileyê jî dewleta Tirk êrişên xwe zêde kirin û navendên tenduristiyê û rêyên stratejîk ku karmendên alîkariyê bi kar dianî bombebaran kirin.

Rêxistinê da zanîn ku êrişên li dijî herêmê ku di encamê de zirar li sivîlan û navendên sivîl bûn, li gorî qanûna mafên mirovan a NY`yê qedexe ne. Rêxistinê êrişa sîstamatîk a binesaziya sivîl wekî sûcekî şer wesifand.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.