Tirkiye şampiyona derewan e

Çarşem 14 Îlon 2022 - 22:24

  • HPG´ê ragihand ku nûçeyên çapemeniya şerê taybet a dewleta Tirk ên elaqedarî operasyoneke MÎT´ê li Mexmûrê, ji serî heta binî derew in û bi van derewan hewl didin derbên giran ên artêşa Tirk ji gerîla dixwe, veşêrin.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê 7 dagirker kuştin, mobesseyek îmha kirin. HPG'ê ragihand ku nûçeya medya şerê taybet a Tirk ku îdîa dike, li Mexmûrê operasyoneke taybet kiriye, derew e û got, “van herdu kesan” beriya niha xiyanet bi wan re kiribû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di encama çalakiyên hêzên me de 7 dagirker hatin cezakirin û sîstemeke kamera ya mobesse hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 7 caran bi bombeyên navneteweyî qedexekirî, bi çekên kîmyewî û madeyên sotebar, 8 caran bi balafirên şer, 2 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obusan bombe kirin. Wan her wiha hewl da çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi kepçeyan hilweşînin.”

HPG'ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:

Li Zê (Zapê)

13'ê Îlonê saet di 19:00´an de tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran derb li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Girê Şehîd Aryen xist.

Li Xakurkê

12'ê Îlonê li qada Şehîd Bêrîtan a Xakurkê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê dagirkerên li qadê xistin bin kontrola xwe. Saet di 08:30'î de bi sabotajê derb li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin.

Li Metînayê

13'ê Îlonê saet di 17:30'î tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê sîstemeka kamera ya mobesse ya li derdora çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hatibû bicihkirin, îmha kir.

13'ê Îlonê saet di 17:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî li dagirkeran xist, wan berê xwe dabûn çeperên şer.

13'ê Îlonê saet di 20:15'an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir.

Bi temamî derew e

HPG´ê li ser nûçeya çapemeniya şerê taybet a Tirk a li ser operasyoneke MÎT´ê li Mexmûrê jî got, ev nûçe ji serî heta binî derew e û ti operasyonên MÎT´ê li deverê çênebûne: “Dewleta Tirk a dagirker ku di operasyona xwe ya dagirkeriyê de ya 14'ê Nîsanê da destpêkirin encama dixwest bi dest nexistiye, li gel êrişên bêexlaq û neqanûnî, derbên giran ji hêzên me dixwe. Lê belê medya şerê taybet a dewleta Tirk ji destpêkê ve bi nûçeyên sexte yên li ser maseyê hatine amadekirin, hewl dide raya giştî ya Tirkiyeyê bixapîne, pesnê MÎT'ê bide û derbên ku artêşa Tirk a dagirker ji gerîla dixwe, ji rojevê bixîne. Li ser vê bingehê, ji aliyê medya şerê taybet ve hate îdîakirin ku du kesên bi navê Hatîp û Arîa PKK'î ne û ji aliyê MÎT'ê ve ji Mexmûrê bi operasyoneke taybet hatine girtin. Ev agahî hemû bêbingeh in. Kesên bi navê Hatîp û Arîa dema ku li nav refên me bûn, Tîrmehê xiyanet li me kirin, reviyan û piştre jî bi şêweyekî radestî dewleta Tirk hatine kirin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.