Tirkiye qanûnan binpê dike

Şemî 9 Adar 2024 - 00:22

  • Îbrahîm Halîl Oyke, destnîşan kir ku Tirkiye bi tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan destûra bingehîn û peymanên navneteweyî binpê dike û got: Li Girava Îmraliyê çi tiştên neyînî biqewimin, berpirsê wê Wezareta Dadê ye.

MAHMÛT ALTINTAŞ / MA / RIHA

Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê OHD’ê ya Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke, diyar kir ku Tirkiye bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qanûnan binpê dike û got ku saziyên navneteweyî jî ji bo berjewendiyên siyasî li dijî vê bê hiqûqiyê bêdeng in. Îbrahîm Halîl Oyke anî ziman ku li cihanê mînakên wekî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tune ne û got:“Mafê girtiyan ê hevdîtina bi malbat û parêzeran re di qanûna bingehîn de wekî mafekî teqez hatiye misogerkirin. Her wiha peymanên navneteweyî jî vî mafî misoger dikin. Tirkiye hem di makezagona xwe de hem jî di peymanên navneteweyî yên ku pê ve girêdayî ye ev maf qebûl kiriye. Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin, pergaleke kesayetî ye ku li cîhanê tu mînakên wê tine ye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji ber ku mafê hevdîtina bi parêzer û malbata wî re hatiye astengkirin û mafê hêviyê hatiye binpêkirin biryar da ku qanûneke şexsî ya ku dibêje ew ji girtîgehê dernakeve hatiye sepandin û Tirkiye sûcdar dît.  Lê ev biryar heta niha ji aliyê Tirkiyê ve nehatiye cîbicîkirin. Ji bo ku ev biryar bê tetbîqkirin divê ji aliyê Tirkiyeyê ve rêziknameyên qanûnî bên çêkirin. Lê Tirkiye li gor van qanûnan tevnagere. Li Grava Îmraliyê sûce binpêkirina mafan û dilgirtinê pêk tê."

Tecrîd li ser gelan e 

Oyke bal bire ser wê yekê ku bi pêkanînên tecrîdê re li hemû qadên civakê binpêkirina mafan pêk tên û got:“Tecrîd bi rastî li hemû qadên jiyanê belav bûye û êdî bûye polîtîkayeke dewletê. Ev polîtîka ne tenê li ser birêz Ocalan, li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê jî tê meşandin. Mirov ji ber zextên dewletê nikarinê fikir û remanên xwe bînin ziman ev zext jî di encama tecrîde de derdikeve holê. Tecrîda li ser Birêz Ocalan rê li ber gelek binpêkirinên hiqûqî jî vêdike." Oyke bêdengiya CPT û saziyên navneteweyî jî rexne kir û got:"Sedema vê bêdengiyê jî ev sazî ne li gor hiqûqê lê li gor berjewendiyên siyasî tevdigerin.’’ 

Dengê xwe bilind bikin 

Di berdewamê de Oyke tekildarî grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dane destpêkirin anî ziman ku daxwaza girtiyên mafekî rewayê û got:"Daxwazên girtiyan daxwazên rewa ne. Ev mafên ku divê di civaka demokratîk de hebin ev in. Lê belê ji ber ku ev maf nehatin bicihanîn, girtî neçar man dest bi greva birçîbûnê bikin. Divê ev daxwaz neyên paşguh kirin û dewlet tavilê daxwazên girtiyan bên bicîhanîn." Oyke destnîşan kir ku ji her neyîniya ku li Girava Îmraliyê çêbibe Wezareta Dadê berpirsyar e û got:"Divê hemû alî li ser xala ku tecrîd li dijî hiqûqê ye biaxivin. Divê herkes bê dudilî li dijî vê rewşa neqanûnî derkeve. Divê parêzer, baro û saziyên sivîl vê bêhiqûqiyê bînin ziman. Li hemberî vê tecrîdê pêwîste Wezareta Dadê jî gavan biavêje. Ji her neyîniya ku li Girava Îmraliyê çêbibe Wezareta Dadê berpirsyar e. Li dijî vê pêkanînê ku li dijî rûmeta mirovî ye pêwîste herkes dengê xwe bilind bike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.