CÎHAN BÎLGÎN
ANHA/QAMIŞLO
Endamê Konseya Rêveber a Hevserokatiya PYD`ê Salih Muslim der barê operasyona qirkirina siyasî ya li dijî parlamenterên HDP’ê, aktivîstan û saziyên jinan de got: “Dewleta Tirk bi van şêwazên hovîtiyê dixwaze gelê Kurd û demokrasiyê tune bike.”
Muslim diyar kir ku rejîma dewleta Tirk a despot xwe li ser faşîzmê çêkiriye û got: “Mafyayên li Tirkiyê hemû kom bûne û îro desthilatdariye dikin. Hêza herî mezin a ku pêşengiyê ji demokrasiyê re dike, HDP`ê ye. Desthilatdar radibin û rûdinin êrişî HDP’ê dikin. Armanca wê jî tunekirina demokrastiyê ye. Di planên qirkirinê de tunekirina gelê Kurd jî heye. Gelek parlamenterên HDP’ê ji xwe bê dadgehkirin di zindanan de ne ku ev li dijî hiqûqê ye. Dewleta Tirk di çarçoveya planên qirkirinê de şerê xwe li hember Kurdan nedaye sekinandin ku bi kuştin, destgîrkirin, girtin, îşkencekirin, şewitandina gundan êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Li ku derê firsend dibînê, êriş dike.”
Muslim destnîşan kir ku berxwedana Kobanê ji dagirkeran re bûye kul ku vê serkeftinê nikarin hezim bikin û got: “Ev nîşan dide ku serkeftina Kobanê çi qas bandor li wan kiriye. Berxwedana Kobanê şikandina çeteyên DAIŞ’ê pêk anî. Tiştê ku DAIŞ’ê nikarîbû bikira niha dewleta Tirk dixwaze temam bike. Ne tenê berxwedana Kobanê kesên ku piştgiriya vê berxwedanê kirine, dixwazin wan jî têk bibin. Kesên ku piştgiriya berxwedana Kobanê kirin, tiştê herî bi şeref kirin.