Tirkiye hewl dide Efrînek nû ava bike

Sêşem 21 Çile 2025 - 02:30

Dewleta Tirk a dagirker li gel çeteyên xwe 20’ê Çileya 2018’an saet 16:00’an de bi 72 balafirên şer rûbereke 3 hezar û 850 kîlometre çargoşe bê ku pîvanên mirovî û exlaqî li ber çav bigire êriş pêk anî.

Bi destpêkirina êrişên dagirkeriyê re dewleta Tirk û çeteyên xwe bi dehan welatî li nava Efrîn, bajar, navçe û gundan kuştin. Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê hejmara ew kesên di nava 58 rojên Berxwedanê de şehîd bûne 257 kes in. Ji van 45 zarok, 176 jin bûn. Her wiha 742 kes birîndar bûn. Ji vana 113 zarok, 113 jin û 516 jî mêr bûn.

Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe hemû pîvan û yasaya navdewletî binpê kir, hemû jîngehên welatiyan hatin hedefkirin. Du navendên Heyva Sor a Kurd li navçeyên Cindirês û Raco hatin hedefkirin.

Di van êrişên dagirkeriyê de dewleta Tirk li gel hemû herêm kirin armanc, cihên olî mizgeft û navendên ayînê jî bûn hedefa êrişan. Ji vana Mizgefta Selahedîn yek ji mezintirîn mizgefte ku sala 1961’ê li Cindirêsê hatiye avakirin bû. Dîsa Mizgefta Celeme ya li Cindirêsê ku sala 1985’an hatiye avakirin bû. Her wiha Şehîdgeha Şehîd Sîdo ku dikeve Gundê Kifrî Sefre, navenda ava Gundê Metîna ya ser navçeya Şera, Mezargehên Êzidiyan, Mezargehên Elewiyan, dêrên kevin yên Mesîhiyan û mezargehên nîjtecihên resen ên herêmê hatin hedefkirin û rûxandin.

Dîsa di êrişan de ji 318 dibistanan 68 dibistan hatin rûxandin. Yên mayîn jî ziyanên mezin berketin. 29’ê Çileyê navçeya dîrokî ya dikeve Eyn Dara bi temamî hate wêrankirin. Sê navendên dîrokî hatin rûxandin ku dikevin lîsteya parastinê ya navneteweyî.

Ne tenê di dema êrişên dagirkeriyê de bi berdewamî piştî êrişan jî sûcên dijî mirovahiyê dewleta Tirk û çeteyên wê kirin. Gelek navendên dîrokî û arkeolojîk hatin rûxandin talankirin. Li gorî daneyên Desteya Arkeolojîk a Efrînê nêzîkî 65 navendên kevin li Efrînê hene. Piranî hatine kolandin û bi temamî bermahiyên hatin dîtin hatin talankirin û dizîn.

Her wiha zêdetirî 28 navendên dîrokî, zêdetirî 15 mezargehên olî û mezhebî bê cudahî hatin rûxandin. Gelek ji goristanan û navendên pîroz hatin rûxandin û bûne navendên lawiran.

Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê tenê bi kuştina mirovan derbasdar nema. Xwezaya herêmê jî hate talankirin. Di nava 3 salan de zêdetirî 314 hezar û 400 dar hatine birîn û firotin. Dîsa zêdetirî 11 hezar darên zeytûnan û darên din hatine şewitandin. Her wiha rûbereke çandiniyê bi qasî 11 hezar hektar hate şewitandin. Niha jî talankirina jîngehê bê navber dewame. Zeytûn û rohê zeytûnên Efrînê tên dizîn û weke malên Tirkiyeyê li bazaran tên firotin.

Pêş dagirkeriya Tirk a li Efrînê 200 kargehên zeytûnan hebûn. Ji van kargehan salane 200 hezar ton rohê zeytûnê dihate hilberandin. Li gorî vê bihayê wê dikir 500 milyon dolar. Her wiha ji derveyî wê salane 50 hezar ton zeytûn dihatin hilberandin.

Berî dagikirina Efrînê 30 hezar ton dexlûdan ku dike bihayê 100 hezar dolar dihate hilberandin. Dîsa cihên çêkirina cilûbergan nêzîkî 517 cih bûne. Li gorî vê di roja îro de salane dewleta Tirk a dagirker ji zeytûn û dexlûdanên li Efrînê bi nirxê 537 milyon dolar û 600 hezar qezenc dike.

Dewleta Tirk a dagirker li gel vê talanî û wêraniyê jî demografiya herêmê jî guherand. Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, di nava 3 salên dagirkeriyê de zêdetirî 400 hezar welatiyên biyanî li gund û navçeyên Efrînê hatine bicihkirin. Ji van piranî malbatên çeteyanin. Dîsa li van herêman bi diravê lîreyê Tirkiye kirîn û firotin tê kirin. Zimanê Tirkî li dibistanan tê dayîn. Navend û rêyên nava bajar û navçeyan bi Tirkî hatine guherîn. Her wiha ala Tirkiye hatiye bilindkirin.

Piştî 7 salên dagirkeriyê ku dikeve sala 8’an careke din tê dîtin ku dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe ve dixwazin Efrînê dubare bikin. Bi vê yekê careke din Kurdan tine û koçber bikin. Niha dem dema berxwedana şervan û gelê Şoreşger e. 

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.