Rêber Apo dikare bi rê ve bibe
Pêncşem 28 Tebax 2025 - 03:55
- Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît diyar kir ku di mijara xwedîderketina li pêvajoyê, rûbirûbûna bi heqîqetê, xwedîderketina li rastiyê û nîqaşeke bi wêrekî de tirs û fikar hene û destnîşan kir ku sedema vê jî desthilatdariya AKP’ê ye.
Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît bûyerên li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn diqewimin ji Medya Haber TV'yê re nirxand.
Di destpêka axaftina xwe de Rêber Apo bi hezkirin, hurmet û hesret silav kir û di şexsê fermandar Sofî, Koçero, rojnamevan Hêro Bahaddîn û Gulistan Tara de şehîdên meha Tebaxê bi minet bi bîr anî.
Hêlîn Umît got, “Pêvajo bi rê ve diçe. Bi taybetî bala her kesî li ser karên komîsyonê ye. Divê karên komîsyonê ji pêvajoya giştî cuda neyê dîtin. Em di nava pêvajoyeke welê de ne ku bi ked, fedakarî, kûrbûn û hêza aqil a Rêber Apo hate afirandin. Avabûna komîsyonê û karên komîsyonê jî parçeyek ji vê pêvajoyê ye.”
Hêlîn Umît diyar kir ku di mijara xwedîderketina li pêvajoyê, rûbirûbûna bi heqîqetê, xwedîderketina li rastiyê û nîqaşeke bi wêrekî de tirs û fikar hene û destnîşan kir ku sedema vê jî desthilatdariya AKP’ê ye.
Di vê der barê de Umît ev nirxandin kir:
“Rewş ji ber du sedeman bi vî rengî ye. Rabirdûyek heye. Em ji pêvajoyeke siyasî derbas bûn ku hate dîtin bê AKP’ê pişta xwe spart civaka Kurd û xwest xwe bi sazî bike. Me rastiyeke AKP-Erdogan dît ku piştî sala 2000’î bû desthilatdar, soza azadiyê da Kurdan, pêvajo bi pêş ket, di wan pêvajoyan de bi rolekê rabû, lê piştre ji nişka ve gotin di cih de be ‘maskeya xwe avêt’ rûyê xwe yê rast nîşan da. Civaka Kurd ev yek dît, civaka Tirk jî dît. Binihêrin; tundî û zilm ne tenê li Kurdan tê kirin.
Li aliyê din sedema bingehîn a tevlîbûna me ya bi rengekî çalak a li vê pêvajoyê, daxwaza pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Her wiha me got, ‘Eger yek hebe ku vê pêvajoyê karibe bimeşîne, ew jî Rêber Apo ye’. Di vê çarçoveyê de me hemû gavên ku Rêber Apo ji me xwest avêt. Yanî di vê mijarê de em bi berpirsyarî rabûn, bi têgihiştî nêzîk bûn, hemû wezîfeyên dikevin ser milê xwe bê kêmasî bi cih anîn.
Lê belê rewşeke bi vî rengî heye. Zêdeyî meheke hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin. Me got, tecrîd hinekî derizî. Belê, Rêber Apo bi malbata xwe, bi heyeta DEM'ê re hevdîtin kir. Ev çend hevdîtin bi xwe bû sedem ku pêlek rabe, kelecan û hêvî nû bibe. Mîna ronahiya ji nava dîwarê derizî şewq dide, jiyan herikî.
Rojhilata Navîn dikele. Mînak, eger dewleta Tirk dibêje, ‘rêyeke wan a din nîne, Kurd mehkûmî me ne’ hingî xwe dixapîne. Rewşeke bi vî rengî nîne. Texmîn dikim ku bi vî rengî nafikirin, herhal ewqasî jî kor nîne.
Niha li Sûriyeyê li ser hin avaniyên etnîkî komkujî tê ferzkirin. Kurd ne ji wan avaniyan e. Piraniya nifûsa xwe, serweriya li cografya lê ne, nasnameya xwe ya dîrokî... Yanî bang dikim ku hinekî din rasteqîn bin.
Yanî nêzîkatiyeke bi vî rengî ya li hemberî Rêber Apo, şidandin û sistkirina tecrîda li ser Rêber Apo... Divê lîstikên bi vî rengî êdî bi dawî bibin.
Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Em sîstema qirkirinê ya Îmraliyê qebûl nakin. Em dixwazin Rêberê me ji Îmraliyê derkeve. Em li hemberî sîstema Îmraliyê bi hêrs in, jê nefretê dikin.”
Mijareke din jî polîtîkaya dewleta Tirkiyeyê ya têkildarî Sûriyeyê ye. Bûyerên li Sûriyeyê girîng in. Sûriye niha ew qad e ku polîtîkayên têkildarî herêmê lê diyar dibin.
Hevsengiya herêmê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi Peymana Sykes-Picot re li ser Sûriyeyê ava bûbû. Ew hilweşiya. Yanî hewl tê dayin ku herêma Rojhilata Navîn careke din li ser Sûriyeyê bê avakirin. Çend sedemên vê yekê hene. Rêyên enerjiyê, têkiliyên stratejîk û hwd. Yanî ew der kirine qadeke şer. Û dem bi dem aram bibe jî li qadê têkoşîneke dijwar heye. Rêveberiya HTŞ’ê ya heyî, hikumeta Colanî avaniyên etnîkî; Durzî, Elewî her kes bêdudilî qetil kir. Ev yek ên di medyayê de hatine weşandin e. Her wiha yên nehatine weşandin jî hene. Em bi wan nizanin.
Niha aqlê dewleta netewe ya Tirk, ya jî aqlê netewe yê dewletê... Hûn dikarin ji vê re aqlê Baasê jî bibêjin. Ji ber ber ku Baasî jî bi vî rengî bû. Rejîmên Basê li Iraqê, li Sûriyeyê dema ku serwer bûn hewl didan bi zordariyê yekîtiyekê ava bikin. Diyar e ku Şara nekarî van saziyên rejîma Baasê ji holê rake. Ji ber ku li cihekî amade rûnişt.
Hêlîn Umît destnîşan kir ku divê polîtîkaya Tirkiyeyê ya têkildarî Kurdan li ser Sûriyeyê bê nirxandin û got, “Yê li hemberî me, dewleta Tirk vê yekê bi rengekî berevajî li dijî me bi vî rengî dike. Dibêje, em ê li Sûriyeyê bibînin bê Tevgera Azadiyê ya Kurd çiqasî samîmî ye. QSD wê entegre bibe yan na. Yanî zexeliyê dike. Dixwaze bi kevirekî li du çivîkan bixe. Çareseriya Tirkiyeyê çareseriyeke Sûriyeyê nîne. Sosyolojiya Sûriyeyê cuda ye. Bûyerên diqewimin cuda ne. Xwedî dînamîkên cuda ne. Bi ya li Iraqê, ya li Îranê re weke hev nîne. Cudahiyên xwe hene. Ji aliyê etnîkî ve, rastiya Kurd ve weke hev e lê belê desthilatdariyên ku ew lê rast tên heman tişt nîne. Pirsgirêkên rojane lê rast tên cuda ne. Lewma hewl didin bi vî rengî qurnaziyê bikin. Lê belê bi vê wesîleyê dixwazim vê yekê bibêjim; Polîtîkaya Tirkiyeyê ya têkildarî Kurdan li Sûriyeyê dimeşîne bêbaweriya ji xwe kûr dike. Înkar, teslîmiyeta asîmîlasyonê bi rengekî eşkere ferz dikin."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN