Wezaret li xwe mukir hat

În 22 Tebax 2025 - 03:40

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirk ku nûçeya der barê xebatên propaganda û sîxûrtiyê yên ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Şirnexê ve li Şirnex û navçeyên wê di bin navê "Ciwan û Pêşerojeke Ewle" tên kirin piştrast kir, ragihand ku bi vê xebata hevpar a bi midûriyeta polîsan re li Şirnexê xwe gihandine 3 hezar û 977 xwendekaran. Piştî nûçeya Parlamentera DEM Partî Newroz Ûysal Aslanê bi daxwaza ku Wezareta Perwerdehiya Neteweyî bibersivîne pêşniyazpirsek berpêşî meclisê kir. Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ku pêşniyazpirsa Newroz Ûysal Aslanê bersivand, xebata ku tevî Midûriyeta Polîsan a Şirnexê dike piştrast kir. Wezaretê di bersiva xwe de diyar kir ku di çarçoveya "Xebatên Agahdarkirin û Pêşîgirtinê ya stûna herî girîng a pêşîgirtina têkoşîna li dijî terorê (BFK)" de, ji aliyê midûriyeta polîsan ve li gelek dibistanan civîn bi xwendekaran re hatiye kirin. Hat gotin ku xebat bi sedema "agadarkirina li dijî xebatên komên derqanûnî" di çarçoveya projeya "Ciwan û Paşerojeke Ewle" de hatiye kirin. 

Xwendekar di hedefê de ne

Di bersivê de hat diyarkirin ku xebat tenê ne li navenda Şirnexê, li Cizîr, Hezex, Qileban, Basa û Elkê û bajarokên wan jî hatiye kirin û di vê çarçoveyê de midûriyeta polîsan semîner li dar xistine. Hat gotin ku li zêdetirî 40 dibistanan ev xebat hatiye kirin û xwe gihandine 3 hezar û 977 xwendekaran.  

Newroz Ûysal Aslanê anî ziman ku bersivên hatine dayîn xetereya rewşê dide der û got ku mafê perwerdehiyê fedayî polîtîkayên ewlehiyê hatiye kirin. Newroz Ûysal Aslanê destnîşan kir ku di dema semîneran de rayedar û mamosteyên dibistanan hatine derxistin û polîsên ne xwedî formasyona pedagojîk semîner dane. Newroz Ûysal Aslanê diyar kir ku wezaretê di bersivên xwe de tenê meseleyê di çarçoveya "têkoşîna li dijî terorê" de asê kiriye û li dibistanên ku diviyabû cihên çanda aştî, fikra azad û nirxên demokratîk bin, polîtîkayên ewlehiyê hatine ferzkirin. Newroz Ûysal Aslanê xwest tavilê dest ji van pêkanînên şaş bê berdan û ji bo zarokan mufredateke aştiyane were çêkirin. 

MA/ZEYNEP DURGUT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.