Tirkiye dixwaze paqijiya etnîkî bike
Sêşem 17 Kanûn 2024 - 03:00
Siyasetmedar Zekî Akil anî ziman ku desthilatdariya Tirk dixwaze Rojava bi temamî ji holê rake û mîna ku li Efrînê kir, dixwaze 'paqijiya etnîkî' bike. Zekî Akil got, dewleta Tirk bi vî rengî li pêşiya serdema nû ya Sûriyeyê dibe asteng.
Tirkiye li Sûriyeyê li pêşiya avakirina sîstemeke demokratîk, weke xeteriyeke cidî disekine. Çi ferqa zihniyeta Erdogan ji wan komên radîkal nîne. Dibe bi DAÎŞ’ê re jî li hev bike. Ku ev yek kir jî. Li Sûriyeyê girtîgeh hatin valekirin. Gelo Tirkiyeyê qet fikareke ku ‘terorîst wê ji vê yekê sûdê bigirin’ diyar kir? Na. Gelo ma di nava van de qet DAÎŞ’î nebûn? Erdogan ê ku li Tirkiyeyê dixwaze demokrasiyê tune bike, hewl dide şaredariyên di destê muxalefetê de bêbandor bike û ji bo tayînkirina qeyûm timî li benda derfetekê ye, helbet ji bo siberoja Sûriyeyê xeterî ye. Teqez wê hewl bide Sûriyeyê bixe bin kontrola xwe. Ji bo Rojava pêdivî bi gotinê jî nake. Rêveberiya Tirk a heyî, bi temamî dixwaze Rojava tune bike. Çawa ku li Efrînê paqijiyeke mezin a etnîkî kirî, li herêmên din jî armanca wî heman e. Bi salan gotin, ‘Kurd wê ti carî nebin xwedî statuyek’ û ji bo vê yekê pêk bînin, her tiştê dikin. Tişrîn û Qereqozax bi fedakariyeke mezin hatin parastin. Êrîş hatin şikandin. Lê belê li van deveran şer hîn bi dawî nebûye. Herêm bi giranî hate dorpêçkirin. Eger ne ji koordîne û êrîşên hewayî yên dewleta Tirk be, êrîşkar nikarin gavekê jî biavêjin. Em dibînin ku berxwedaneke bêhempa tê nîşandan.
Niyeta dewleta Tirk dagirkerî ye
Bi gotina, 'Em ê tirba Suleyman Şah bibin Qereqozaxê' çapemenî ketiye dansa şer. Ji bo anînê ne pêwîste ku şer bikin. Eger ewqasî dilxwazê şer in, dema ku DAÎŞ'ê gef dixwar bila şer bikira. Berevajî vê yekê wan bi xwe xwestin, tirb bê veguehstin. YPG'ê jî alîkarî da wan û anîn gundê Eşme. Ew der gundekî Kurdan bû. Kurd wê ewqasî bi çêkerî û dostane nêzîk bibin, lê belê ew ê ji bo şer bikin qareqar. Eger ji bo anînê şert û mercan guncaw bibînin, wê agahiyê bidin û bînin. Ji xwe nayê gotin, tirbê neynin. Armanca wan şer e, nêta wan xerab e. Di çapemeniyê de hate weşandin ku hevdîtinên di vê mijarê de bi rengekî neyînî bi encam bûye. Berevajî anîna tirbê dixwazin qadeke berfireh bi dest bixin û çekên xwe yên giran bi cih bikin. Ji bo tirbeyeke sembolîk bêguman pêwîstî bi qadeke berfireh û çekên giran nîne. Bi dehan salan ew tirb li wê derê bû û pêwîstî bi van tiştan nebû. Li hemberî Kurdên ku bi aştiyane û çêker tevdigerin, di her mijarê de ji xwe re hinceta şer peyda dikin.
Metirsiya DAIŞ’ê gelekî cidî ye
Encamên erênî yên ku bi têkoşîna bi salan hatin bidestxistin, bi metirsiya têkçûnê re rû bi rû ne. Di nava SMO de hejmara DAÎŞ'iyên berê gelekî zêde ye. Hin ji wan tevlî HTŞ'ê bûne. Di nava van rêxistinan de çûn û hatin heye. Piştî ku yên ji aliyê fikrî nêzî wan e xurt bûn, hêz wergirtin. Mînak, QSD di bin êrîşeke giran de ye. Li cografyayeke hîn befireh tê dorpêçkirin. Dewleta Tirk û SMO timî êrîş dikin. Ji bo parastina hêza xwe û herêmên xwe, neçar dimînin ku cihên xwe biguherînin. Girtiyên DAÎŞ'î û kamp bi hevkariya bi koalîsyonê têne kontrolkirin û parastin. Divê tedbîr bêne zêdekirin. Lê belê helwesta Tirkiyeyê her tiştên li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixe nava metirsiyê. Rîsk û metirsiyek heye ku cîhanê eleqedar dike û divê bi rengekî hîn cidî nêzîkatî bê nîşandan. Tirkiye ji xwe dixwazin DAÎŞ'î ne girtî bin, lê li derve bin. Di nava OSO yên li ber destê wan ji xwe bi sedan DAÎŞ'î hene. Dibêjin têkoşîna li dijî terorê û filan û bêvan, lê belê derdê esasî yê dewleta Tirk Kurd in."
NAVENDA NÛÇEYAN