Tirkiye dibêje PDK dike

În 9 Îlon 2022 - 22:06

  • Di şer de bibinketina dewleta Tirk li hemberî gerîla, liv û tevgerek xistiye nava PDK’ê.

BOTAN GERMIYANÎ / ROJNEWS

Di şer de bibinketina dewleta Tirk li hemberî gerîla, liv û tevgerek xistiye nava PDK’ê. PDK ji bo artêşa Tirk rê û baregehên nû çêdike û leşkerên Tirk dixe nava xaka Herêma Kurdistanê.

Di 25’ê Gulana 2022’yan de dewleta Tirk a dagirker êrişek tund li ser herêma berxwedanê ya Girê Amêdiyê da destpêkirin. Lê li beramberî berxwedana gerîla di nava şerekî dijwar de tengav bû, ev şer dewam dike.

Heta niha li girên FM, Hekkarî û Amêdiyê 10 helîkopterên Skorsky yên artêşa Tirk ji aliyê gerîlayan ve hatine xistin. Bi dehan cenazeyên leşkerên Tirk li herêmê li holê mane û artêşa Tirk nikare cenazeyên leşkerên xwe bigire. Lewra dixwaze bi rêya PDK’ê ji Bakur heta qadên berxwedanê yên Zap, Avaşîn û Metînayê rêyên nû yên leşkerî çêke.

PDK û dagirker li cem hev in

Li gorî dîmenê gihiştin ber destê Rojnewsê, PDK ji bo artêşa dewleta Tirk re li Girê Keçel û Qada Berxwedanê ya Komando bi makîneyên mezin rê û baregehên nû çêdike. Li van herêman dûrahiya çekdarên PDK’ê ji leşkerên dewleta Tirk ji 500 metreyan kêmtir e.

Armanca PDK’ê ji çêkirina van rêyan ew e ku tank û wesayîtên zirxî yên artêşa dewleta Tirk bikarin bigihînin ser tunel û eniyên gerîla.

Li aliyek din ev mehek e ku artêşa dewleta Tirk bi makîneyên mezin hewl dide ku li Avaşîn û Werxelê tunel û çeperên gerîla wêran bike. Di heman demê de Hêzên Komando yên ser bi Zêrevanên PDK’ê dest bi çêkirina baregeh û navendên leşkerî yên nû kirine.

PDK´ê çêkir Tirk ketinê

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, ew baregehên ku niha temam kirine, leşkerên dewleta Tirk ketine wan. Ji ber ku ew herêm di bin kontrola gerîlayên azadiya Kurdistanê de ne, Hêzên Komando yên ser bi PDK’ê parastina artêşa Tirk dikin.

Niha PDK ji çêkirina tunelekê li çiyayê Metîna ku bi dirêjiya 4 kilometre û nîv e û rêya di navbera Kanî Masî û Dihokê de 45 deqan kêmtir bike, pêşengiyê dike. Ji bo vê projeyê wê 200 milyar dînar were xerçkirin. Her wiha wê ji bo deriyê sînorê Serzêrî hêsankariyek mezin çêke. Çêkirina vê tunelê mesrefeke gelek mezin dixwaze û budceya Herêma Kurdistanê nikare vê yekê dabîn bike. Ji ber wê yekê, tê payîn ku dewleta Tirk mesrefa vê tunelê bigire ser xwe, ji ber ku sûdmendê herî mezin yê vê projeyê, ew bi xwe ye.

Rêyên leşkerî bi pereyên dagirkeran

Cihê erdnîgarî û stratejîk yê tunelê li gel demê çêkirina wê nîşan dide ku armanceke leşkerî û dagirkirinê li pişt heye. Ji ber ku artêşa Tirk bi vê rêyê wê bikare bêyî ku biçe Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji deriyê sînorê Serzêrî ango ji Kanî Masî û Amêdiyê bigihe Dihokê.

Dewleta Tirk li Kanî Masî baregeheke mezin heye. Heta pêngava yekem a êrişa meha Nîsanê ya îsal ya li ser xaka Başûr, wê li Melaxeta û Serzîrê dabû destpêkirin.

Di heman demê de li gel vê liv û tevgerê, PDK li çiyayê Gare û herêmên din bi armanca ku devera Soran û Behdînan bi hev ve girê bide, rê çêdike. Beşek ji vê projeyê bi navê projeyên geştiyarî çêdike. Li gorî Balyozê Îmaratê yê li Hewlêrê Ehmed Zahîrî ragihandî, dewleta Tirk û Îmarat ji bo vê yekê gelek pere veqetandine.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.