• DFG´ê bi rapora xwe ya 2020´an eşkere kir ku li hepsên dewleta Tirk hîna 91 rojnamevan girtî ne û bi giştî 539 rojnamevan ji ber 231 dozên cihê tên dadgehkirin.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), li avahiya komeleyê bi civîna çapemeniyê rapora binpêkirina mafên rojnamevanan a 2020'an eşkere kir. Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu daxuyanî xwend û got, "Ji bo rastî negihêje gel di sala 2020'an de zextên li ser çapemeniya azad gelekî zêde bûn. Par li şûna pirsgirêkan çareser bikin, mixabin pêşî li çapemeniyê girtin û kedkarên çapemeniyê bêdeng kirin. Sedema vê yekê ew bû ku nexwestin rastî bigêje gel û gel li çareseriyê bigere. Ji ber vê yekê zextên li ser rojnamevanan bi rêk û pêk dewam kirin. Rojnamevan hatin girtin û cezakirin. Doz li wan hatin vekirin û cezayê hepsê li wan birrîn. Desthilatê rojnamevanên ku bi rêgeza wêrekî û rastiyan tevgeriyan û neketin meydana medya hawiz, kir hedefa xwe. Lê rojnamevanên wêrek û li pey rastiyan dê her tim rastiyan ronî bikin û li pêş civakê bibin ronahî." 


Li Kurdistanê rewş xirabtir e


Hevseroka DFG'ê Muftuoglu got, li dijî zextan rojnamevan her siuyasetên şaş teşhîr dikin: "Ji ber ku li cihekî hewl bidin çapemeniyê bêdeng bikin, li wir hêzên serdest dixwazin civakê kerr û kor bikin. Her çend di hedefê de kedkarên çapemeniyê hebin jî esas dixwazin gel kerr û kor bikin."


Dîcle Muftuoglu anî ziman ku rewşa rojnamevanên Kurd divê cuda bê nirxandin: "Li Wanê 5 hevalên me yên rojnamevan hatin girtin. Sala 2020'an Tirkiye carek din ji bo rojnamevanan bû heps. Em li bendê bûn ku hevalên me yên girtî bên berdan, lê li şûna wan berdin, rojnamevanên din jî girtin. Welatê herî zede rojnamevan lê girtî ne, Tirkiye ye. Gelek rojnamevanan pirraniya wextê xwe li salonên dadgehan derbas kir."

Di dawiyê de Dîcle Muftuoglu got, "Em ê di sala nû de bi hişyariya ´Çapemeniya azad civaka azad e´ xebatên xwe dewam bikin."  


Felaketeke li dijî azadiya çapemeniyê


Hevserokê DFG'ê Serdar Altan jî daneyên raporê parve kirin. Li gorî vê par dewleta Tirk 79 Rojnamevan kirin nezaretê û ji wan 24 Rojnamevan girtin. Hêzên dewleta Tirk êrişî 19 rojnamevanan kirin û miameleya xirab û zexta sîxûriyê li 17 rojnamevanan kirin. Dozgerên dewleta Tirk 54 rojnamevan kirin ber lêpirsînê û doz li 53´yan vekirin. Dadgehên dewleta Tirk li 43 rojnamevanan 150 sal û 15 meh cezayê hepsê birrîn. Halê hazir 539 rojnamevan bi 231 dosyayan tên dadgehkirin. Herçî sansur e, par 1960 nûçe û 145 malperên înternetê hatin astengkirin. Heta weke doh (04'ê Çileyê 2021’ê) 91 rojnamevan di hepsên dewleta Tirk de ragirtî bûn.

AMED