•  “Darên ku tên birrîn dibin dikin mobîlya û careke din difiroşin Kurdan. Ev herêm ji ber vê dibe çolistan û tiştek tê de namîne.”

BOTAN GERMIYANÎ / ROJNEWS/SILÊMANΠ

Serokê Pariya Kesk ragihand ku di êrişên dawî de, dewleta Tirk bi rêya şirketa Cengiz 3 milyon darên bi temen li Behdînanê birrîne  û got: “Darên ku tên birrîn dibin dikin mobîlya û careke din difiroşin Kurdan. Ev herêm ji ber vê dibe çolistan û tiştek tê de namîne.”

Li gel êrişa dewleta Tirk a dagirker ku di 14’ê Nîsanê de li ser Herêma Kurdistanê dayî destpêkirin, dewleta Tirk dest bi birrîna darên li Herêma Kurdistanê jî kiriye. Dewleta Tirk bi piştevaniya PDK´ê, Herêma Kurdistanê dagir dike û li aliyê din jîngeha Herêma Kurdistanê wêran dike.

Li ser mijarê Serokê Partiya Kesk Milko Baziyanî got, “Ji serê salê ve bihatina artêşa Tirkiyeyê ya ji bo Başûrê Kurdistanê û destpêkirina êrişan, şirketa Tirkiyeyê ya bi navê ‘Cengiz’ hatiye û rasterast daristanên Behdînan dibirre.”

Li gorî bilançoya Partiya Kesk a li ser texrîbata herêmê ragihandî, li herêmê zêdetirî 3 milyon darên temenmezin hatine birrîn û jîngeha herêmê bi temamî têk daye, her wiha ajal û balinde rû bi rûyî tinebûnê bûne û pirraniya wan koç kirine.

Milko Baziyanî da zanîn ku ji ber vê yekê wan giliyê dewleta Tirk li cem Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî kiribû, "Lê mixabin heta niha civaka navdewletî li ser asta êrişên Tirkiyeyê û tinekirina jîngeh û xwezaya Herêma Kurdistanê bersiva me nedaye û bêhelwest in li hemberî êrişên Tirkiyeyê û têkdana jîngeh û xwezaya Herêma Kurdistanê. Ew darên ku Tirkiye dibirre, temenê wan zêde ye, heta nihek 50 salî ne. Wan daran dibin û dikin mobîlya û qenefe. Dubare difiroşin welatiyên Kurd. Piştî çend salên din wê ev der bibe çolistan û tiştek di nav de namîne. Hinek ji wan daran ji binî rakirine û careke din şîn nabin.”

Herî dawî Milko Baziyan bang kir û got, “Me daxwaz ji hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal kiriye, lê hîna bersiva beramberî dagirkerî, binpêkirin û têkdana jîngeha Kurdistanê ya bi destê Tirkiyeyê nedane me. Ti helwêsta wan nîne. Li gorî me hikûmeta Herêma Kurdistanê û raya navneteweyî xwe li vê kerr û korr dikin.”