• HPG: Şerekî nava Kurdan ji bilî dewleta Tirk a mêtinger qirker wê bi kêrî kesî neyê. Em bang li PDK'ê dikin da ku dest ji vê helwêsta xwe ya şaş berde ya ku zerarê dide gelê Kurdistanê bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê.

Pêr berêvarê, artêşa Tirk a dagirker li devera Bamernê, li gundê Zêwaser xelkê li seyranê bombebaran kir. Di encamê de du zarok û welatiyeke din şehîd bûn. Zarokek jî birîndar bû. Pêre pêre, çapemeniya ser bi serokwêzîrê hikûmeta PDK Mesrûr Barzanî ve, nûçeyên derew belav kirin. Tevî ku xizmên şehîdan, şahidan û muxtarê gund dan zanîn ku artêşa Tirk êriş kiriye, çapemeniya Mesrûr Barzanî derewa xwe bi gelek zimanan weşandin û gotin, di êrişa PKK´ê de du zarokan canê xwe ji dest daye. Di weşana zindî ya yekê ji kanalên Mesrûr Barzanî de, welatiyekî şahidê bûyerê, nûçegihanê heman kanalê li derewê qeliband û got, "Teqîn top bûye, şi layê Tirka ve, hêzê Tirka li Bamernê avêt".

Lê pêşkêşvanê nûçeyan û kesên nivîsên kanalê dinivîsin rûşûştî bûn, çermê rûyê wan weke şekalan stûr bû, hîç şerm nekirin û derewa xwe ya bi pirr zimanan dewam kirin. 

Di êrişê de Yûsif Govan Hacî yê 13 salî û Revend Hoşyar Muhsîn ê 10 salî şehîd bûbûn û zarokeke din jî birîndar bûbû. Ji bilî van zarokan keseke din jî di êrişê de şehîd bû. Xelkê li Seyranê hemû jî ji eşîra Nêrweyî bûn.

Bavê şehîdê 13 salî Yûsif, ji çapemeniyê re peyivî, xem û kula xwe ji hebûna hêzên Tirk li ser erdê xwe îfade kir û eşkere weke failê êrişê hêzên Tirk bi nav kir. 

Yekî din ji şahidan ku ji gundê Zêwaser e, ji çapemeniyê re got, "Em xelkê Zêwe Ser in, ser bi eşîra Nêrwe ne. Nêzî hezar kes li wê derê bûn.

Li nêzî gundê me baregehek leşkerên Tirk lê heye. Ev serbilindiya me ye ku me Tirk anîne tenişta xwe, daku wisan li me bikin?!" 

Cenazeyên herdu şehîdan li goristana Şêladizê pêr bi şev hat veşartin

Lê rastî ne xema PDK û çapemeniya wê bû. Lazim bû wê dewleta Tirk biparasta. Ji bo vê bike jî çavkaniyeke xwe peyda kir. Saziya qaşo dijeterorê ya Mesrûr Barzanî, îdîa kir ku PKK´ê êriş bi roketan kiriye. Ne delîl û ne şahid. Dereweke tazî.

Encamên xirab ên têkiliya bi dagirkeran re

Doh HPG´ê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û derewên dijeterora Mesrûr Barzanî û çapemeniya wî li nav dev û rûyên wan xist.  

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Bamernê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de 3 sivîl şehîd bûne 2 jê zarok bûne. Wê nerazîbûn nîşanî 'nûçeyên derew' ên ragihandina PDK'ê da. 

HPG´ê got, “26'ê Gulanê li derdora nehiya Bamernê ya Amediyê, dewleta Tirk êriş bir ser xelkê me yê Başûrê Kurdistanê ku seyran dikir û di encamê de 3 welatiyên me şehîd bûn, 2 ji wan zarok bûn. Ji malbatên hersê şehîdên Kurdistanê û tevahiya gelê Kurdistanê re em sersaxiyê dixwazin, şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin. Encamên nerênî yên têkiliya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û polîtîkayên şaş, bi komkujiya li Bamernê re careke din eşkere bûn."

Ji tirsa nerazîbûnê derew kirin

HPG´ê hewldana hin aliyên PDK´ê yên ji bo tohmetbarkirina HPG´ê jî got, "Ev hewldan encameke tirsa ji nerazîbûna heq a gelê me ye. Lê belê gelê me ji ber ku bi xwe rastî dîtiye û pê dizane, guh neda van tohmetan. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo parastina rûmeta gelê me û parastina Başûrê Kurdistanê berdêlên giran didin û bi rengekî fedaî şer dikin. Di rewşeke wiha de, PDK ya ku komkujiyên dagirkeran ên li dijî gelê me rewa nîşan dide, divê êdî dest ji vê helwêsta xwe ya şaş berde."

Hinek di nava PDK´ê de provokasyonan dikin

HPG´ê da zanîn ku hêzên gerîla derbên kuştinê li artêşa Tirk dixin û di rewşeke welê de "hin hêzên li nava PDK´ê" ji bo pêşiyê li şikestina "dîrokî" ya dewleta Tirk birgirin, hewl didin provokasyonan bikin ji bo ku zemînekî ji bo şerê Kurd li dijî Kurd bidin destpêkirin. Ji bo vê jî HPG´ê agahiyên li ser provokasyoneke 24´ê Gulanê parve kirin: "Di 24'ê Gulana 2022’yan de hin hêzên PDK'ê li herêma Goşinê ya Sîdekanê bi ser nuqteyeke me ya gerîla ve çûn, xwestin şer biqewime û bi vî rengî provokasyon kirin. Lê belê bi nêzîkatiya berpirsyarane ya yekîneya me ya gerîla, ev provokasyon hate têkbirin. Artêşa Tirk di 25'ê Gulanê de ji ser qadên di bin kontrola PDK'ê de ne derbas bû û ji bejahî û hewayî ve êrişî Girê Hakkarî yê li herêma Metînayê kir. Di 26'ê Gulanê de artêşa Tirk a li qada Girê Şehîd Agir ê li Girê Ortê yê Metînayê, bû hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Agahiyên ku dibêjin 'hêzên me yên gerîla êrişî hêzên PDK'ê kirine' rast nînin."

HPG´ê di dawiyê de xwest PDK dev ji vê helwêsta xwe berde û got, "Şerekî nava Kurdan ji bilî dewleta Tirk a mêtinger qirker wê bi kêrî kesî neyê. Eşkere ye ku felaketeke bi vî rengî wê li Kurdistanê bibe sedema kaos, nearamî û hilweşîneke mezin. Em bang li PDK'ê dikin da ku dest ji vê helwêsta xwe ya şaş berde ya ku zerarê dide gelê Kurdistanê bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê."

NAVENDA NÛÇEYAN

Bexda li dijî dagirkeriya Tirkan 

Parlamenterekî Hevpeymaniya Fetih, Mehdî Teqî got, hebûna artêşa Tirk a li nava axa Iraqê tehlûke ye ji bo ewlekariya neteweyî ya Iraqê û dazanîn ku li nava parlamentê hewldanekê ji bo derxistina artêşa Tirk dest pê kiriye.

Doh êvarê artêşa Tirk a dagirker li seyrangeha gundê Zêwe ya Bamernê komkujiyek kir. Wê bi top û balefirên xwe du zarokên Kurd şehîd kirin, zarokek jî birîndar kir. Wekî din kesekî din jî di êrişê de şehîd bû.

Piştî vê êrişê Parlamenterê Hevpeymaniya Fetih, Mehdî Teqî got, hebûna artêşa Tirk li Iraqê û Herêma Kurdistanê tehlûkeyeke li dijî ewlekariya neteweyî.

Teqî da zanîn ku li Parlamena Iraqê li dijî hebûna artêşa Tirk di nava hinek fraksyonan de hewldanek heye: “Dibe parlamen û hikûmet li ser hebûna artêşa Tirk kom bibin û mijarê gotûbêj bikin.”

Mehdî Teqî rexne li bêdengiya hikûmeta Iraqê ya beramber êrişên Tirkiyeyê kir û got: “Bêdengiya heyî dibe sedem ku serweriya Iraqê têk biçe.”

BEXDA