- Zeyneb Murad: Başûrê Kurdistanê helwêstek nîşan nedaye. Bi maskeyê bazirganiyê dixwazin dewleta Tirk rewa bikin. Ew dixwazin rûyê Erdogan spî nîşanî cîhanê bidin û bibêjin, 'Erdogan ne dijminê Kurdan e'.
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad got, Tirkiye wê êrişên xwe li Zê (Zap), Metîna û Avaşînê nehêle: "Di 2023'yan de sed salên Peyma Lozanê temam dibin. Tirkiye dixwaze di vê sedsala nû de sînorên xwe berfirehtir bike û wîlayeta ku weke Mûsil dihat binavkirin, bixe bin desthilatdariya xwe."
Derbarê bûyerên siyasî, êrişên li hemberî herêmê û armancên Tirkiyeyê de Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Murad axivî.
Zeyneb Murad got, konsepta şer a ku hatiye amadekirin armanc dike ku hebûna Kurd ji holê rake: "Stratejiyeke dewleta Tirk a dirêj heye. Li gorî vê stratejiyê planên xwe çêdike. Yek ji planan jî plana şer e. Niha konsepteke şer xistine dewrê. Yek ji vê jî herêmê Zê (Zap), Metîna û Avaşîn e. Ev zêdetirî salekê ye li herêmên Zê, Avaşîn û Metînayê êriş hene. Bi çekên giran ji hewayê û di erdê re êriş dike. Êdî eşkere ye ku Dewleta Tirk dixwaze vê herêmê bi giştî dagir bike. Dixwaze xewn û xeyalên xwe yên Împaratoriya Osmaniyan, bi cih bîne û sînorên xwe berfireh bike û vegere sînorên ku di nav Mîsak-Î Mîllî de hatine destnîşan kirin."
Dagirkirin Başûr û Rojava
Zeyneb Murad bi bîr xist ku sala 2023'yan sed salên peymana Lozanê temam dibin û got, "Tirkiye careke din dixwaze di vê sedsala nû de sînorên xwe berfirehtir bike û wê wîlayeta ku weke Mûsul dihat binavkirin, bixe bin desthilatdariya xwe. Tirkiyê sala 1974'an jî Qibris li ber çavê cîhanê dagir kir. Dixwaze heman tiştî li Kurdistanê jî bike. Dixwaze Kurdistanê ji bo nûkirin û zindîkirina xeyalên xwe yên Osmaniya Nû bi taybet axa Başûr û Rojavayê Kurdistanê bixe bin xeta xwe. Bêgûman Dewleta Tirk tenê bi van herêman sînordar namîne. Jixwe, ev herêm herêmên stratejîk in. Çima Dewleta Tirk di dagirkirina Zê, Metîna û Avaşînê de bi israr e? Çimkî ev herêmên stratejîk in. Jixwe ev herêm Başûrê Kurdistanê jî derbas dike. Di nav van xewn û xeyalên Tirkiyeyê de Kerkûk jî û Bexda jî hebû."
Hevseroka KNK´ê Zeyneb Murad niyeta dagirkirina Başûş û Rojava jî wiha rave dike: “Dewleta Tirk û rayedarên wê bi awayekî eşkere Başûr û Rojavayê Kurdistanê weke parçeyeke welatê xwe pênase dike. Jixwe, Kerkûkê weke beşeke wîleyeta xwe ya 82’yan pênase dike. Wîleyeta Mûsil û navçeyên başûrê Kurdistanê tevî Kerkûkê jî di nav de weke axa xwe hesab dike. Loma statûya Başûrê Kurdistanê nas nake. Naxwaze statûya Kurdan hebe. Pîlana Dewleta Tirk ew e ku statûya Başûrê Kurdistanê û federasyona ku li wir heye, hilweşîne.”
Zeyneb Murad bi bîr dixe ku rayedarên Tirk vê venaşêrin û wiha behsa helwêsta aliyên Başûr dike: “Lê mixabin li hemberî van kirinan heta niha rayedarên Başûrê Kurdistanê helwêstek nîşan nedaye. Bi maskeyê bazirganiyê dixwazin dewleta Tirk rewa bikin. Ew dixwazin rûyê Erdogan spî nîşanî cîhanê bidin û bibêjin, 'Erdogan ne dijminê Kurdan e'. Ev çûnûhatina Tirkiyeyê jî ev bû. Loma weke hevkar û şirîk tê ditin."
Çav berdaya gaza Kurdistanê
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad, bal bire ser nefta li Başûrê Kurdistanê û got, " Herkes bi sedema şerê Ukrayna û Rusyayê dizane. Herkes dizane ku axa Kurdistanê dewlemend e. Di bin erda wê de neft heye. Dewleta Tirk jî dixwaze ji vê sûdê wergire. Bi tifaqên qirêj bi van lûleyan bazirganiyê bike. Ev rê vedike li ber xeteriyeke mezin. Niha li ser vê mijarê di navbera YNK û PDK'ê de aloziyek heye. Dîsa li ser heman mijarê di navbera hikûmeta Iraqê û herêmê de alozî heye. Niha nêrazîbûneke gelek mezin heye. Niha di bin navê karê dîplomasî de bi Tirkiyeyê re bazirganiyeke qirêj tê meşandin. Îro barê Kurdistanê gelek giran e. Ew welatê ku bi sedan hezar şehîd û girtî hene û her wiha desketî hene, di xeterê de ye."
Zeyneb Murad wekî din behsa êirşên li dijî Şengalê jî kir û got, "Ev dewama Peymana 9'ê Cotmehê ye. Dixwazin îradeya civaka me ya Êzîdî bêparastin bihêlin. Êrişên li dijî Şengalê her çiqas ji aliyê Artêşa Iraqê ve hatibin kirin jî tiliya PDK'ê û Tirkiyeyê tê de heye. Ji Başîka heta deverên din hem îstîxbaratî û hem jî leşkerî bandora dewleta Tirk heye. Bi sedema vê bandorê em dibînin ku hem di erdê re û hem jî hewayî êrişî Şengalê dike. Niha rastiyek heye ku li Iraqê aloziya hikûmetê heye. Li Iraqê ev 8 meh in hikûmet nehatiye damezirandin. Loma biryara van êrişan PDK û Tirkiye didin. Çimkî di Iraqê de siyaseteke parçebûyî heye. Li herêma Kurdistanê jî parçebûn heye. Ev parçebûn jî dibe sedem ku destê Dewleta Tirk xurtir bibe. Divê em eniyeke navneteweyî û niştimanî ku ji hemû pêkhatan pêk tê, ava bikin û destûrê nedin ku dagirkerî jê bibihure. Çimkî ji bo hemû aliyan şerê man û nemanê ye."
NAVENDA NÛÇEYAN