Ji dema rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê ji 5 salan ve, ji ber êrişên rojane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundên Minbicê yê nêzî herêmên dagirkirî, 30 sivîl şehîd bûne.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê doh bîlançoya 5 salan a êriş û topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên rojava û bakurê Minbicê, belav kir.
Bîlanço hemwextî salvegera 5`an a rizgarkirina Minbicê hat weşandin. Li gorî bîlançoyê, "Artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li herêma "bêçek" a li ser xeta çemê Sacûrê û rojavayê Minbicê, 835 caran êriş kirine.
Her wiha balafirên şer 4 êriş, bi doronan jî 3 caran li eniya El-Erîme êriş kirin û di encamê de sivîl birîndar bûn."
Li gorî raporê, "2900 topên ji hemû cureyên çekan li herêmê ketine.
273 caran gund bi 115 topan hatine hedefgirtin. Ev rewş li gel bêdengiya navneteweyî dewam dike.
Her wiha 30 sivîlan û di nav de jin û zarok jiyana xwe ji dest dane û 67 kesên din birîndar bûne. Hinek ji wan astengdar bûne hinekî ji bi pirsgirkên derûnî re rû bi rû dimînin. Her wiha li gorî raporê, dibistanek û mizgeftek li gundê Um Edesê yê bakurê Minbicê, hatine rûxandin."
ANHA/MINBIC