Tirk serweriya Iraqê binpê dikin

Çarşem 21 Tebax 2024 - 01:55

Pisporê ewlekariyê Ela Neşu derbarê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ya li nav xaka Iraqê û başûrê Kurdistanê de got; “Binpêkirinek eşkere ya serweriya welat û yasaya navneteweyî ye.”

Tevgera dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê dibe sedema nerazîbûnan. Dewleta Tirk bi rengekî aşkere bi tang û topên xwe sînorên yasayî yên Iraqê dibezîne. Pisporê ewlekariyê Ela Neşu derbarê liv û tevgera dewleta Tirk ya li nav xaka Iraqê de nirxand, helwesta xwe dijî vê tevgera dagirkeriya Tirk helwest nîşan da. Ela got dagirkeriya Tirk rê lê vedike ku Iraq bibe meydaneke vekirî ji dagirkeriya dewletên din re.

Ela got ku liv û tevgera leşkerî ya vê dawiyê û hebûna sewqiyata mezin ya li nav xaka Iraqê, binpêkirinek eşkere ya welat û yasaya navneteweyî ye.

Ela da zanîn ku sewqiyata leşkerî ya di nav kûrahiya xaka Iraqê de, derdixe holê ku ev kar destdirêjiyek rast rast ya leşkerî ye û got; “Eger hemahengiyek hevbeş di navbera Iraq û dewletaTirk de hebe, wê demê hebûna baregehên leşkerî û sîxûrî yên dewlet Tirk ya li Beşîka çiye? Ev baregeha herî mezin ya dewleta Tirk ya li nav xaka Irqê ye û li Nînovayê ye. Zêdetirî 5 hezar leşker, alavên leşkerî û balafirên bê mirov liwir hene.”

Di dewama axaftina xwe de Ela got ku tevî Emerîka serkêşiya hevpeymana NATO dike ku dewleta Tirk jî beşek ji wê ye, lê derbarê êrişan de ti piştigirî nedaye, lê li aliyê din jî li pişt dagirkirina Iraqê ye. Ela dibêje; “Emerîka ji bo tevlîhevkirina serweriya Iraqê kar dike, ev jî dibe sedem ku Iraq bibe meydanek vekirî jibo dagirkeriya welatên herêmê û navneteweyî.”

ROJNEWS/WESAM ZEHRÛNÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.