Tirk dixwazin Başûr dagir bikin

Duşem 29 Tîrmeh 2024 - 01:55

Êrîşên dagirkeriya Tirk ên bi hevkariya malbata Barzanî yên li ser Herêma Kurdistanê didome. Dijî hevkarî û bêdengiya malbata Barzaniyan a li ser hewldana dagirkirina Herêma Kurdistanê her ku diçe helwest zêde dibin. Mamosteyên Başûr Saman Tahir û Behadîn Ebdul dijî êrîşên dagirkeriya Tirk helwest nîşan dan û gotin divê gel bi rengekî tund dijî dagirkeriya Tirk bisekine.

Dixwazin Kurdistanê tine bikin

Mamoste Saman Tahir û Behadin Ebdul derheqê êrîşên dagirker ên Tirk helwest nîşan dan. Mamoste Saman Tahir diyar kir ku dûr ji fikira partî û alîgiriyê, divê xema neteweya me berî her tiştî be û got: “Ji bo operasyonên Tirkiyeyê divê em vegerin ser rehên wê yên dîrokî ku dixwaze Mîsaqî Milî pêk bîne. Tirkiyeya nû bi gelek rêyan hewl dide vê yekê bike, bi rêya çandî û aborî û niha jî bi hêza leşkerî hatiye herêmê, armanca wê ew e ku Wîlayeta Mûsilê vegerîne bin desthilatdariya xwe. Em Kurd divê em li ber xwe bidin li ser vê axê ku em lê dijîn, armanca dagirkerên Kurdistanê ew e ku Kurd û Kurdistanê tune bikin, lewma divê em hemû bi hev re li dijî van operasyon û vê dagirkeriyê rawestin.”

Divê em nebin hevkarên dagirkeran

Di dawiya axaftina xwe de mamoste Saman Tahir bal kişand ser wê yekê ku divê hevdengî hebe ji bo têkoşîna li dijî hemû operasyon û dagirkeriyên li ser axa başûrê Kurdistanê û wiha got: “Dibe ku çekên me yên pêşketî û dronên me tune bin, lê em dikarin nebin hevkarên dagirkeran ji bo dagirkirina welatê xwe.”

Divê rewşenbîr bi peywira xwe rabin

Mamoste Behadin Ebdul da zanîn ku dagirkeriyên dewleta Tirk a dagirker bûye metirsî li ser statuya başûrê Kurdistanê û got: “Binpêkirina ax û dubarebûna karesatên dîrokî statuya Herêma Kurdistanê dixe metirsiyê, ne daxwazî û xwepêşandanên gel ku mafên rewa ne. Bi ya min divê rewşenbîrên li Herêma Kurdistanê wek nûnerên gel bi her du partiyên desthilatdar û Bexdayê re kom bibin. Ji ber ku Tirkiye hêzeke navneteweyî ye, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê sînorekî jê re daynin, sînorên me tên binpêkirin û gund û baxçeyên me tên şewitandin.”

ANF/ZERDEŞT GERMIYANÎ/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.