• Tîmên Yekîneya Şehîd Bedran Gundikremo li dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker a li navçeya Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê, çalakiyek li dar xist.

Tîmên Yekîneya Şehîd Bedran Gundikremo li dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker a li navçeya Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê, çalakiyek li dar xist. Li gorî agahiyan, 3 leşkerên Artêşa Tirk hatin kuştin.

Çavkaniyên ji cihê cih didin zanîn ku Tîmên Yekîneya Şehîd Bedran Gundikremo 9’ê Gulanê saet di 13:40’î de li baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a Sîrê ya li Şêladizê xist.

Çalakî li dijî 5 leşkerên Tirk hate kirin ku dixwestin ji tankê re çeperekî çêkin. Di encama çalakiyê de 3 leşkerên Artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Çalakî ji bo bibîranîna şehîdên meha Gulanê hatiye lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN