Tifaqê çep bi ser xist

Duşem 20 Hezîran 2022 - 22:24

  • Di tûra duyemîn a hilbijartinên giştî yên Fransayê de, kaolîsyona Serokkomar Emmanûel Macron nekarî pirraniya kursiyên parlamenê bi dest bîne. 

Di tûra duyemîn a hilbijartinên giştî yên Fransayê de, kaolîsyona Serokkomar Emmanûel Macron nekarî pirraniya kursiyên parlamenê bi dest bîne. Yanî ji bo qanûnçêkeriyê, Macron di navbera tifaqa çep û nijadperestan de asê ma.

Koalîsyona Macron 'Ensemble' (Bi hev re) tenê 245 kursî wergirtin. Ji bo pirraniyê li parlamentê 289 kursî jê re diviyan.

Koalîsyona Yekîtiya Gel a Civakî, Ekolojîk a Nû (Nûpes) 131 kursî bi dest xistin û bû muxalefeta sereke. Di nava vê tifaqê de La France Insoumise (LFI), Partiya Sosyalîst (PS), Partiya Kesk-Ekolojîk a Ewrûpayê (EELV) û Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) cih digirin. 

Nijadperest jî bi ser ketin

Partiya rastgiriya tund RN jî gaveke mezin avêt û bi 89 wekîlan kete parlamenê. Nijadperest berê hîç bi ewqas wekîl neketibûn parlamenê.

Partiya Komarger û UDÎ 74 kursî, partiyên din jî 48 kursî wergirtin.

Her çî rêjeya deng e jî, Ensemble ji sedî 38.48, Nûpes ji sedî 31.76, RN jî ji sedî 17.20 ê dengan wergirtin.

Pêşengê koalîsyona Nûpes, Jean-Luc Melenchon got, ew gihîştin armanca xwe ya siyasî û got, "Partiya Serokatiyê têk çû."

Di nava tifaqa çep de partiya Jean-Luc Melenchon LFI´yê hejmara wekîlên xwe kir 75. PS´ê 30 wekîl, EELV 15, PCF 10 kursî bi dest xistin. 

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.