Tifaqa Kurdistanî paşerojê ava dike
Şemî 16 Cotmeh 2021 - 01:35
- Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar got, ”Bila partî û saziyên Kurdan hemû bi me re bin. Em ê paşerojê bi hev re ava bikin. Divê em tavilê hevgirtineke berfireh a li dijî şer ava bikin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar got, ”Bila partî û saziyên Kurdan hemû bi me re bin. Em ê paşerojê bi hev re ava bikin. Divê em tavilê hevgirtineke berfireh a li dijî şer ava bikin.”
Partiyên Tifaqa Kurdistanî li Amedê civiyan. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirov (PÎA) Mehmet Kamaç, endamê Meclîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Alî Haydar, Alîkarê Serokê Giştî yê Tevgera Azadî Cemal Sati, Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur (KDP-Bakur) Sertaç Bûcak, endamê Komeleya Kurd a Demokrat Şoreşger (DDKD) Halîm Îpek û parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier, Semra Guzel, Nûsrettîn Maçîn û Necdet Îpekyuz beşdarî civînê bûn.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civînê de daxuyaniya hevpar da û got, ji bo danûstandinan li ser deklarasyona HDP’ê ya 27’ê Îlonê, ew bi partiyên Tifaqa Kurdistanî re civiyane.
Tifaqa Kurd a li dijî şer
Sancar got, ew dixwazin partî û saziyên Kurdan hemûyan li gel xwe bibînin. Sancar li ser vê mijarê, bal kişand ser karên xwe û got, ”Dema li pêş me û hilbijartin, dibe ku yek ji serdemên herî girîng ên dîroka Tirkiyeyê bin. Bi destpêkeke nû û demokratîk jiyaneke hevpar dikare bê avakirin. Em bawer dikin ku ev derfet ji her demê bêhtir zêde ne. Heger em karibin bi van derfetan tifaqeke berfireh û xurt bikin, li Tirkiyeyê wê destpêkeke nû pêk were. Mebesta me ji destpêka nû jî ew e ku rê li pêşiya çareseriya pirsgirêkên heyî bê vekirin. Em nabêjin ku pirsgirêkan hemûyan îro sibe em ê çareser bikin. Lê belê hêza me heye ku em rêya çareseriyê vekin.
Ji niha û pê ve em ê rêya xwe şênber bikin û bi hev re ava bikin. Herçî avakirina bi hev re ya paşerojê ye, em ê karên xwe xurt bikin. Vê desthilatdariyê hebûna xwe li ser rageşî û dijminkirinê daniye. Şer weke amûra herî girîng a vê polîtîkayê dimeşîne. Dema dawî şer bêhtir tê sorkirin. Wezîfeya me ya herî girîng ew e ku li dijî şer, tifaqa herî berfireh em ava bikin. Pêdiviya me ji her demê bêhtir bi têkoşîneke xurt a li dijî şer heye. Werin em bi hev re tifaqa li dijî şer a Kurd ava bikin.”
AMED