Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd yekdeng e

Pêncşem 25 Gulan 2023 - 00:30

  • Dengê ji Amedê: Heta ku meseleya Kurd neyê çareserkirin rejîmeke demokratîk û jiyaneke civakî ya normal ne pêkan e. Şertê destpêkê yê demokratîkbûna Enqereyê, azadbûna Amedê ye. 

Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd ji bo 28'ê Gulanê bang li xelkê kir û got, "Em bang li gelê xwe dikin da ku di vê ezmûna dîrokî de dengê xwe ji bo guhertinê bi kar bîne. Em ê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû."

Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd têkildarî dewra duyemîn a hilbijartina Serokkomariya Tirkiyeyê ya di 28'ê Gulanê de, daxuyaniyek weşand. Di tofaqê de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Komeleya Kurd a Demokrat Şoreşger (DDKD) û Partiya Azadî cihê xwe digirin.

Tifaq dibêje, di hilbijartinê de rîsk û firsendên mezin di nava hev de hene û wiha dewam dike: "Li ser gelê me polîtîkaya înkar, asîmîlasyon û tundiyê bi giranî dewam dike. Ji ber fobiya Kurd, polîtîkayên parastina statukoya heyî tên nûkirin. Pêşniyazeke desthilatdariyê ya ji bo çareseriya mayinde ya meseleya Kurd û pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê nemaye. Di dewra destpêkê ya hilbijartinê de mîna her carê hilbijartineke newekhev bû. Em ketin pêvajoya hilbijartineke welê ku derfetên dewletê hemû ji bo kampanya hilbijartinê ya bloka desthilatdariyê hatin bikaranîn. Li gel manîpulasyon û rêbazên li derveyî hiqûqê jî di 14'ê Gulanê de Tifaqa Cumhûr piştgiriya gel ji dest da, serokkomarê heyî di dewra destpêkê de nehate hilbijartin. Di nava vê tabloyê de dewra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê wê di 28'ê Gulanê de bê kirin."

 

Esasê Tifaqa Cumhûr dijminatiya li Kurdan e

Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd got, pêkhateyên Tifaqa Cumhûr di tûra destpêkê ya hilbijartinê de dijminatiya li Kurdan ji xwe re kirine kampanya esasî û wan hewl daye ku civakê û siyasetê parçe bikin.

Tifaqê got ev siyaset di dewra duyemîn de jî dewam dike û wiha dewam kir: "Em vê siyaseta nefret û cihêkariyê ya li dijî gelê me şermezar dikin. Em careke din ji raya giştî re radigihînin ku em vê rêbaza siyasetê qebûl nakin."

 

Ezmûneke dîrokî ye

Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd di dewamê de bal bire ser girîngiya meseleya Kurd û Kurdistanê: "Heta ku meseleya Kurd neyê çareserkirin rejîmeke demokratîk û jiyaneke civakî ya normal ne pêkan e. Şertê destpêkê yê demokratîkbûna Enqereyê, azadbûna Amedê ye. Ya ku vê pêk bîne jî siyaseta demokratîk û aştiyane ye. Lewma li gel zext û zordariyê jî em ê feraseta têkoşîna demokratîk biparêzin, berjewendiyên gelê xwe biparêzin. Mafê gelê me ye ku bi rengekî aştiyane, wekhev, azad û aram bijî. Em ji bo vê hewl didin. Yek ji gavên herî girîng ên pêkanîna vê yekê jî bidawîkirina sîstema sosret a hikûmeta serokkomariyê ye.”

Di dawiyê de tifaqa hêzên Kurdistanî got, “Ji bo zemînekî siyasî yê bidestxistina mafên gelê Kurd, ji bo afirandina atmosfereke nîqaşê ya bi rengekî azad a li ser hemû pirsgirêkan, ji bo asayîbûna pêvajoya siyasî, em radigihînin ku em ê piştgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglû. Hilbijartina serokkomariyê ezmûneke dîrokî ye, bi rêya wê dibe ku dawî li rejîma yek zilamî ya zordar bê anîn. Em bang li gelê xwe dikin da ku di vê ezmûna dîrokî de dengê xwe bide demokrasî û guhertinê." AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.