Ti garantiya çekdanînê tine ye

În 17 Çile 2025 - 03:15

  • Prof. Dr. Franco Cavalli banga dewleta Tirk a danîna çekan a li PKK'ê nirxand û got: Bêyî garantiyê destberdana ji çekan bi wate nîne, garantiya pêvajoyê nîne û mînakên cîhanê ji PKK'ê re dibêje 'Dest ji çekan bernede'.

Zanyarê Swîsreyî yê li cîhanê naskirî, parêzvanê mafên mirovan û siyasetmedar Prof. Dr. Franco Cavalli bûyerên dawî yên li dora çareseriya pirsgirêka Kurd diqewimin ji ANF'ê re nirxand.

Prof. Dr. Franco Cavalli anî ziman ku girîng e nîqaşên li ser çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd ji nû ve destpê kirine û destnîşan kir ku helwesta dewleta Tirk a heta niha dûrî çareseriyê ye. Prof. Dr. Cavalli diyar kir ku Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka Kurd de aktorekî bingehîn e û got:’’Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî girîngiyeke esasî ye. Mirov vê rolê dikarin bişibînin rola Nelson Mandela ya li Efrîkaya Başûr. Berdana Nelson Mandela bû hêmanê esasî ku dawî li dîktatoriya li dijî Efrîkayiyên li Efrîkaya Başûr yanî dawî li rejîma apartheidê bê anîn."

Lîstikeke lewazkirina berxwedanê

Prof. Cavalli anî ziman ku ji ber helwesta dewleta Tirk ew nîqaşên li ser çareseriyê fêhm nake û got:"Dewleta Tirk ji aliyekî ve li dijî Rojava ji her demê bêhtir helwesteke tund nîşan dide û derfetê nade ku Ocalan bi rengekî azad tevbigere û biaxive. Li aliyê din jî nîqaşên bi vî rengî yên gelekî biçûk li ser çareseriyê têne kirin. Dema ku mirov vê helwesta dewleta Tirk bînin ber çavên xwe, difikirin ku bûyerên diqewimin mîna şanoyekê ye. Bi dîtina min bûyerên ku diqewimin xwepêşandaneke dewleta Tirk e ku dixwaze piştgiriya li cîhana Rojava ya ji bo têkoşîna gelê Kurd û demokrasiya li Rojava lawaz bike. Bi rêya vê şanoyê dixwazin vê peyamê bidin:'Binihêrin em di nava xwe de nîqaş dikin, em ewqasî jî nebaş nînin'. Ev şîroveya min e û baş pê nizanim bê rast e yan na, ji ber ku li ber destê me gelek agahiyên kêm hene. Nêrîna min ew e ku ev rewş lîstikek ji bo lawazkirina berxwedana Kurdan û piştgiriya raya giştî ya pêşverû ya li cîhana Rojava ya ji bo têkoşîna gelê Kurd e."

Ti wateya banga çekdanînê tine ye

Prof. Cavalli anî ziman ku bêyî dayina garantiyekê banga destberdana ji çekan a li PKK'ê ti wateyeke xwe nîne û got:"Sermeselê eger min îro karîbûya li ser navê şervanên Kurd biryarek bida, min ê bigota ti garantiya serketina vê pêvajoyê nîne û di rewşeke bi vî rengî de nîqaşên li ser destberdana ji çekan bêwate ye. Ji ber ku ti garantiyeke ku dewletê daye nîne.

Di rewşeke bi vî rengî de ku ti garantî nîne, bi dîtina min divê dest ji çekan neyê berdan. Eger îro Erdogan nikare li ser Rojava bi temamî serwer be, sedema vê yekê berxwedana şervanên Kurdan e. Eger ne ji têkoşîna çekdarî ya şervanên Kurd bûya Rojava ji zûde tine bûbû. Destberdana ji çekan û afirandina aştiyê gelekî baş e, lê belê divê mirov zanibin ku ev yek ne şanoyeke biçûk e û dawiya dawî nabe sedema felaketekê. Ji ber ku eger carekê dest ji çekan hate berdan û yên ku soz dane sozên xwe bi cih nîne, wê her tişt biqede. Gelek mînak li cîhanê hene ku di berdêla destberdana ji çekan soza demokrasiyê ji şervanên têkoşîna rizgariya neteweyî re hatine dayin. Mînak, weke ku li Emerîkaya Navîn û herêmên din ên cîhanê qewimî; her wiha di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de hemû şervanên ku li dijî faşîzma Nazî şer kiribûn, difikirîn ku wê li gorî krîterên edaleta civakê guhertin bêne kirin. Lê belê piştî salekê Emerîkî bi Şerê Sar hatin û gotin, 'Em ji ber karê we spasiya we dikin, lê êdî qediya, em êdî bi rê ve dibin'. Yanî çavdêriya min ew e ku niha ji bo Rojava, ji bo Kurdan, ji bo her kesên baweriya xwe bi demokrasiyê heye, garantiyeke cidî nîne ku ev pêvajo wê bi rengekî erênî be. Dema ku ev hemû li ber çavan bêne girtin, eger yê ku biryarê bide ez bûma, min ê bigota, na, em neçar in çekên xwe biparêzin."

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.