Doh rûniştina doza Hozan Canê hebû. Hozan Canê dawiya Îlona par piştî ku bêhtirî du salan di hepsê de ma, hat berdan. Lê belê qedexeya derketina derveyê Tirkiyeyê li ser heye. Di rûniştina doh de rûniştin hat taloqkirinî 5´ê Gulanê. Lê çav li rê ye ku beriya 5´ê Gulanê rûniştineke navberê pêk bê li ser biryara qedexekirina derketina Hozan Canê ya ji Tirkiyeyê.

Dewleta Tirk hema beriya hilbijartinên serokkomariyê yên Hezîrana 2018´an Hozan Canê girtibû. Ew ji bo destekê bide kampanyaya HDP´ê li Edîrneyê bû hingê. Heman salê bi îdîaya edametiya rêxistinê, dewleta Tirk 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Hozan Canê birrî. Piştî ku dadgeha temyîzê ceza betal kir, parêzerên Hozan Canê xwestibûn Hozan Canê bê berdan. Lê Dadgeha ku dadgehkirin lê ji nû ve tê kirin, ev yek pêşî red kiribû. Di rûniştina duyem a jinûvedadgehkirinê de Dadgehê Hozan Canê serbest kiribû. 

Hem li dijî Hozan Canê û hem jî li dijî keça wê Gonul Ors, qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê hîna dewam dike.

STENBOL